BI DÎMEN

Çalakvanên Cenevreyê Bêrîtan bi bîr anîn

Di çalakiya rûniştinê ya li li bajarê Cenevre yê Swîsreyê de sembola Têkoşîna Azadiya Kurd Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) hat bibîranîn.

Çalakiya rûniştinê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Cenevre yê Swîsreyê hatî destpêkirin, ket meha 46’emîn de.

Kurdistanî ji 25’ê Çileya 2021’an û vir ve her roja Çarşemê di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de çalakiya rûniştinê li dar dixin. Di çalakiya vê hefteyê de sembola Têkoşîna Azadiya Kurd Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) a di şerê 1992'an de li dijî dagirkerî û xiyanetê xwe ji zinar avêt hat bibîranîn.

Çalakî di şexsê Bêrîtan Hêvî de ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurd bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî hate dayîn. Li ser navê komîteya çalakiyê Veysel Kuşkanadi daxuyanî da. Kuşkanadi bal kişand ser pergala tecrîd û êşkenceyê.

Kuşkanadi got: “Pêkanîna azadiya Rêbertiya me yekane şert e ku axaftinên ku îro têne kirin derbasî jiyanê bibe. Eger li herêmê aştiyeke mayinde pêk were, muxatabê desthilatdariya AKP-MHP’ê Rêbertiya me ye.”

Kuşkanadi herî dawî ev peyam da: “Piştî şehadeta Bêrîtan, peyrewên wê bi pêkanîna artêşbûna jinê tola wê rakirine.”