Çalakiyên xwedîderketina li HDP’ê didomin

Li bajarê Ûlm a Elmanyayê bi çalakiyekê êrîşên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê hate protestokirin. Di çalakiyê de peyama ‘Heta dawî piştevaniya HDP’ê dikin, HDP gel e.’ hate dayîn.

Bi çalakiyeke ku li bajarê Ûlm a Elmanyayê hate kirin operasonên qirkirina siyasî ya li ser HDP’ê û mixlefeta demokrat- şoreşger hate protestokirin.

Lı Munsterplatzê mîtîngek hate kirin û alên HDP’ê hatin hildan. Dîsa bi pankartên Elmanî destgîrkirin protesto kirin.

Çalakiya li ser banga ‘Platforma Piştevaniya bi HDP’ê ya Ûlm’ê’ hate kirin, ADHF, AGÎF, ATÎF, SKB, AGEB, KON-MED, Ceniya Gel, Aktivîstên HDP’ê, Dîe Lînke, MLPD û saziyên demokrat û şoreşger ên Elman, Tirkiyeyî û enternasyonalîst tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de peyam hate dayîn ku êrîş bi piştevaniyê tên valaderxistin û got: “Em ê ji niha û şûnde bi aktîv piştevaniya xwe ya bi HDP’ê re bidomînin.”