Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Strasbourg ê Fransayê hate protesto kirin.
Çalakî ji aliyê Enternasyonal û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hate lidarxistin. Di çalakiyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk û çeteyên wî armanc dikin ku Şoreşa Rojava ji holê rakin û wiha hate gotin: “Divê destûr neyê dayîn ku çeteyên tarî gelan qetil bikin.”
Di çalakiyê de bang li her kesên alîgirê azadî, demokrasî û jiyana bi hev re hate kirin ku bi ruhê Kobanê dakevin qadan û wiha hate gotin: “Divê gelên me ji bo azadiya gelên Rojava û Sûriyeyê bikevin tevgerê û li dijî çeteyên hov bi ruhê berxwedana Kobanê dakevin qadan û Kurdistanê. Em hemû ciwanên Ewropayê vedixîwînin Kurdistanê.”
LIEGE
Li bajarê Liege yê Belçîkayê jî êrîşkên dagirkeriyê bi girseyî hatin protestokirin. Nûnerê ku di çalakiyê de li ser navê civaka Kurd a li Liegeyê axivî wiha got: “Di demeke ku em gihiştin berbanga azadiyê de dewleta Tirk û çeteyên wî ji bo ku Kurd nebin xwedî statuyekê êrîşa qirkirinê da destpê kirin. Em Kurdistaniyên li Ewropayê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî li qadan in. Em ê destûrê nedin ku bigihijin armancên xwe. Em ê bi berxwedana xwe Rojava biparêzin.”
CHUR
Kurdistaniyên li paytexta Kantona Granunden a Swîsre Churê dijîn, ji bo protestokirina êrîşên li ser gelê Rojava li pêşiya stasyona trenê ya navendî li hev civiyan.
Li ser navê PYD’ê Xelîl Derîk di çalakiyê de axivî û diyar kir ku Kurdên li Şehba, Til Rifet û Helebê rûbirûyê êrîşeke cidî ne û bal kişand ser girîngiya banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser a Rojava. Dêrik wiha got: “Rêveberiya Xweser a Rojava bang kir. Li her qadê alîkariyê dixwazin. Divê em jî li gorî vê tevbigerin. Em van êrîşên nemerdane yên çeteyan protesto dikin. Divê em li her qadê di aliyê madî û manewî de li kêleka têkoşîna li Rojava bin.” Siyasetmedar Ayşe Acar Başaranê jî bêdengiya hêzên navneteweyî û saziyên mafên mirovan rexne kir û banga mezinkirina têkoşînê kir.
Ayşe Acar Başaranê êrîşên li ser Rojavayê şermezar kir û got: “Rojava ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê bûye hêvî. Hêzên navneteweyî li dijî Rojavaya ku bûye hêviya gelên cîhanê piştgiriya dewleta Tirk a dagirker dikin.
Dewleta Tirk tişta ku berî niha dixwest bi rêya DAÎŞ’ê pêk bîne, niha bi rêya komên çeteyan dike. Ev çete ji piştgiriya dewleta Tirk û bêdengiya hêzên navneteweyî hêzê digirin û dixwazin komkujiyê bikin. Di ser van êrîşan de çend roj derbas bûn. Ne saziyên mafên mirovan ne jî hêzên navneteweyî tu bertek nîşannî vê yekê nedan. Bi hezaran Kurd li ser xaka xwe bûn penaber. Li Rojavayê berxwedaneke giring heye. Ev berxwedana mirovahiyê ye. Dewleta Tirk tevî ku ji aliyekî ve banga aşîtiyê dike, ji aliyê din ve jî li her qadê hewla tunekirina Kurdan dide. Em ji vir bang dikin. Destên xwe ji ser xaka Kurdan bikêşin. Dewleta Tirk sûcê mirovahiyê dike û hêza xwe ji bêdengiyê digire. Hêzên Koalîsyonê çima li dijî DAÎŞ’ bêdeng in? Divê her kes li dijî van êrîşan dengê xwe bilind bike. Divê em bibin yek, dostên xwe zêde bikin û li dijî van êrîşan rabin.”
Çalakvanan demek dirêj dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Gerîla”, “Bijî Berxwedana Rojavayê” berz kirin û piştre belav bûn.
BIEL
Kurdistanî û dostên wan, li bajarê Swîsreyê Bielê, bi bangawaziya Navenda Civaka Kurdan a Demokratîk (CDK-Biel) û Meclisa Jinan a Arîn Mîrkanê li Bahnhofplatzê hatin ba hev û daxwaza rawestandina êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk kirin.
Çalakiyê ji bo bibîranîna şehîdan bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir û Hevserokê CDK Bielê Ahmet Kaya axaftinek kir. Kaya wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker bi dixwaza jiholêrakirina hebûna gelê Kurd bi destê çeteyên mîna DAÎŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê êrîşên dagirkeriyê pêk tîne. Em ê li dijî êrîşan xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.”
Di çalakiyê de metna çapemeniyê ya bi ya Yekîtiya Jinên Kurd ên Swîsreyê (YJK-S) jî hat xwendin û piştre Siyasetmedar Nejdet Atalay axivî: “
Bi berxwedaneke destanî ya li ser bingeha paradîgmaya Rêber Apo, koka DAÎŞ’ê hat qelandin. Dewletên Ewropî yên ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bêdengiya xwe didomînin, aramî û ewlehiya xwe deyndarê berxwedana gelê Kurd in. Wek gelê Kurd em ê li dijî van êrîşan berxwedana xwe bidomînin.