Çalakiyên Malmo û Goteborgê: Na ji tifaqa Swêdê ya bi dewleta Tirk re!

Di çalakiyên li Malmo û Gotebergê de, bertek nîşanî îhtîmala tifaqa Swêdê ya bi dewleta Tirk re ya ji bo endamtiya NATO'yê de hat dayîn û hat gotin, "Eger Erdogan careke din êrîşî Rojava bike, em ê êrîşî şîrketên li vir bi dewleta Tirk re dixebitin bikin.

Li bajarên Goteborg û Malmo yên Swêdê, bi pêşengiya Partiya Çep, Partiya Komunîst, Komîteya Rojava û Rêxistina femînîst Allt Åt Alla ve êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hatin protestokirin.

Di mîtîngê de li ser navê rêxistinan di çarçoveya ser mijara “Ji dîktatoriya Erdogan re na” axaftin hatin kirin.

Parlamenterê Partiya Çep a Suryaniyan Tony Hadaoû û ji Komîteya Rojava Nîklas axivîn.

Di axaftinan de hat gotin, “PKK, YPG û YPJ’ê ji bo azadiya gelan têdikoşin ne terorîst in, hêviya jiyaneke alternatîf dane me. Terorîst Erdogan û dewleta Tirk in ku hem li welatê xwe û hem jî li derveyî welat bi deh hezaran mirov qetil kirin. Erdogan û dewleta wî terorîst in, bi hezaran gund dişewitînin, bi milyonan êşkence dikin, bi sedan ciwan di jêrzemînan de dişewitînin, zimanê Kurdî qedexe dikin, bi çekên kîmyewî li dijî gerîlayên azadiyê yên PKK’ê şer dikin, ji çeteyên DAÎŞ’ê re bombeyan dişînin ku gelên Ewropayê qir bike.”

EM LI REX KURDAN IN, EM LI CEM PKK’Ê NE

Li Malmoyê jî ji aliyê heman organîzatoran ve çalakiyek hat lidarxistin. Li vir dirûşmeyên “Ji Erdogan re na” û “PKK ji lîsteyê bê derxistin” hatin berzkirin. Axaftvanan diyar kirin ku Erdogan di berdêla endametiya Swêdê ya NATO'yê de dixwaze çekan îxrac bike û hat gotin, “Niha dixwazin Erdogan razî bikin. Bi Tirkiyeyê re ketina nava tifaqê tê wateya xetereya şerek a mezin. Li dijî vê yekê em ê li rex Kurdan û PKK’ê bin. Divê PKK ji lîsteya rêxistinên terorê bê derxistin."

Axaftvanek din jî wiha got: “Tiştên ku em li vir dikin dîktarê Enqereyê dixe nava zoriyê. Erdogan ji çalakiyên me hêrs dibe. Ger ji bo ketina NATO’yê, azadiya me ya derbirînê, alayên me û ramanên me berdêlên ku ew dixwaze be, ew dikare çêkirina xeyalên xwe bidomîne, em ê tu carî teslîm nebin. Ger careke din êrîşî Rojava bike, em ê li vir êrîşî şîrketên bi dewleta Tirk re dixebitin bikin.”