Çalakiya greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê di roja 18’an de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku li Strasboûrgê hatibû destpêkirin, di roja 18’an de didome.

Partiya Şoreşger, Federasyona Komeleyên Êzidiyan (NAV-TEK), TAJÊ, Platforma Hunermendên Êzidî, Civaka Îslamî ya Kurdistanê, hunermendên TEV-ÇAND’ê û gelek saziyên din hatin serdana çalakiya greva birçîbûnê.

Siyasetmedarê Kurd Serhat Bûcak jî hate serdana çalakgeran û hunermend Marûf bi klamên xwe piştgirî da çalakgeran.

Serokê Meclîsa Şengalê Fîkret Îgrek diyar kir ku wî silavên çalakgerên greva birçîbûnê yên li Silêmaniyê ji wan re aniye.

Li ser navê TAJÊ jî Zero Al diyar kir ku ew ê parçeyekî van çalakiyan bin.

Li ser navê Partiya Şoreşger Huseyîn Ataş jî diyar kir ku çalakiyên greva birçîbûnê pêla berxwedanê geştir kiriye.