Çalakger Îmam Şîş jî tê tedawîkirin

Li bajarê Newportê yê Galê çalakger Îmam Şîş 161 roj in di greva birçîbûnê de bû. Şîş li Nexweşxaneya Royal Gwent tê tedawîkirin.

Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, çalakger Îmam Şîş diyar kir ku wî berxwedana greva birçîbûnê bi dawî kiriye. Şîş diyar kir ku çalakî gihiştiye armanca xwe û di pêvajoya nû de wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têkoşîna xwe bidomîne.

Şîş got ku “Ez çalakgerên fedaî yên vê pêvajoyê bi hurmet silav dikim û sozê didim ku em ê xeyalên wan di têkoşîna xwe de bidin jiyîn.

Niha jî ew dem e ku em faşîzma AKP û MHP’ê hilweşînin, Kurdistan û Rêbertî azad bikin. Dibe ku tecrîd hatiye bidawîkirin lê nayê vê wateyê ku her tişt qediyaye.  Doza azadiyê ya gelê Kurd hê jî li pêş me ye. Divê gelê Kurd li dora nirxên hevpar werin ba hev û têkoşînê geş bikin.”

Şîş piştî ku diyar kir wî çalakiya xwe bi dawî kiriye, ew rakiribûn Nexweşxaneya Royal Gwert a Newportê. Tê payîn ku Şîş wê çend rojan li nexweşxaneyê tedawî bibe.