Sewalkarî ji ber krîza aboriyê diqede

Krîza aboriyê ya ji ber polîtîkayên şer ên AKP'ê rû da, li Wanê derbeke giran li sewalkariyê xistiye.

Xwedîkirina heywanan ku yek ji çavkaniyên bingehîn ên gelê Kurdistanê ye, ji ber qedexey ali ser zozanan lawaz bû. Li Wanê jî ji ber polîtîkayên AKP'ê sewalkarî li ber qedandinê ye. Li Wan, Colemêrg, Bedlîs û Agiriyê ku weke navenda sewalkariyê tên dîtin, qedexekirina derketina zozanan derbeke mezin li sewalkariyê xistiye.

Kîloyek ka bi 15 lîreyî, kîloyek êm jî bi 100 lîreyî tê firotin. Kesên sewalkariye dikin û gundî ku nikarin êm û ka bikirin ji bo heywanên xwe, nerazîbûn nîşanî hikumeta AKP'ê dan. Welatiyan ragihandin, sewalkarî wextekê çavkaniya debarê ya gelê herêmê bû û diyar kirin, sewalkarî êdî ji feydeyê bêhtir zerarê dide.

'EM SEWALÊN XWE BI ZERARÊ JÎ NIKARIN BIFIROŞIN'

Kadîr Demîr ku bi salan e li Wanê sewalkariyê dike, firotina heywanan ji bo wî bûye derd. Demîr anî ziman, bi salan e debara xwe bi sewalkariyê dike, lê belê ji ber ku buhayê êm û ka zêde bûye, nema dikare heywanan xwedî bike. Demîr got, "Demekê li Wanê û navçeyên wê, hema bêjin li her malê heywan dihatin xwedîkirin. Bi taybetî li gundan bi hezaran heywan hebûn. Bajar li aliyekî, niha li gundan jî kêm malbat heywanan xwedî dikin. Rewş gelekî tirsnak e.

Min bi salan li gund sewalkarî kir. Piştî ku em hatin bajêr, min li vir jî karê xwe yê sewalkariyê kir. Lê du salên dawî nema ev kar dikare bê kirin. Em ji bo heywanên xwe nikarin êm û ka bikirin. Ji ber ku buhayê êm û ka zêde ye, me zerar kir. Niha hewl diidm heywanên xwe bifiroşim, lê kes nakire. Ji ber ku pere bi kesî re nîne, mirov nikarin bikirin. Bi zerarê jî em nikarin bifiroşin."

'KRÎZA ABORIYÊ GELEKÎ BANDOR LI ME KIR'

Suleyman Dûrmaz ku bi salan e li Wanê heywanan dikire û difiroşe, anî ziman ku ew êdî nema dikarin kar bikin. Dûrmaz ragihand, berê wan rojane bi dehan heywan dikirîn û difirotin, lê saleke kar gelekî kêm bûye. Dûrmaz got, "Krîza aboriyê gelekî bandor li me kir. Bi taybetî buhayê êm û ka zêde bû. Dema ku em heywanan dikirin, em nikarin xwedî bikin." Dûrmaz diyar kir, eger rewş wiha dewam bike wê dest ji vî karî berde.