Sê rûyên heman xetereyê: Qelewbûn, têrnexwarin û avhewa

Pisporan diyarkirin ku qelewbûn, têrnexwarin û guherîna avhewayê sê rûyên heman xetereyê ne.

Ji 14 welatan 43 pisporan raporek amade kirin û rapor şandin kovara The Lancetê. Pisporan diyarkirin ku ji ber berjewendiyên bazirganî, bersiveke qels a siyasî û nerazîbûna hindik a civaka sivîl qelewbûn, têrnexwarin û guherandina avhewayê pêk tê.

Pisporan diyar kirin ku “Ev her sê tişt têkiliya wan bi hev re heye. Pergala xwarinê di heman demê de 25-30 ji sedê gaza serayê jî belav dike. Di heman demê de ji ber pergala veguheztinê ya bi otomobîlan mirov her dem rûdinên û ev jî dibe sedema jiyana bêtevger.”

DANEYÊN VAN XETEREYAN

Li gorî Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) li cîhanê 1,9 milyar kes zêde qelew in. 650 milyon kes jî obez in. Ji ber vê jî nexweşiyên wekî penceşerê pêk tên.

Li gorî WHO’yê li cîhanê 800 milyon kes birçî ne. 156 milyon zarokên biniya 5 salî jî di vê kategoriyê de ne. Jiyana 50 milyon zarokan jî ji ber têrnexwarinê di xetereyê de ye.

Di heman demê de ji ber germa global di navbera salên 2030 û 2050’an de salê ew ê 250 hezar kesên din jî bimirin.