PEN a Kurd a Navneteweyî kongreya xwe ya 10'emîn pêk anî-NÛ BÛ

PEN a Kurd a Navneteweyî, kongreya xwe ya 10'emîn li bajarê Oldenburg ê Elmanyayê pêk anî.

Di kongreyê de sed rewşenbîr û nivîskarên ji çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê li hev civiyan. Di kongreyê de hate destnîşankirin ku ji her demê bêhtir pêwîstî bi yekîtiya neteweyî ya Kurdan heye.

Di roja destpêkê ya kongreyê de mêvanan hev nas kirin û pêşkêşî kirin. Di roja duyemîn de jî karê PEN a Kurd a Navneteweyî hate nirxandin.

HEJMARA ENDAMÊN RÊVEBERIYÊ BÛ 15 KES

Piştre nîqaş li ser rêziknameya PEN a Kurd hate kirin û pêşniyar hate kirin, ku du xalên rêziknameyê bên guhertin.

Di vê çarçoveyê de hejmara endamên rêveberiya PEN a Kurd bû 15 kes. Ji wan 9 jê esîl, wê 6 jî cihgir bin.

Piştî civîna rêveberiyê ji bo Hevserokatiya PEN a Kurd Samî Tan û Aslihan Yildirim hatin hilbijartin.

Bi guhertina xala duyemîn re biryar hate wergirtin ku sîstema hevserokatiyê bi du serdeman bê bisînorkirin. Bi navbera serdemekê re heman kes careke din dikarin bên hilbijartin. Kongre wê sê salan carekê pêk were.

PLANSAZIYA DEMA BÊ

Di kongreyê de Berîvan Dostkî û Şerzad Hesen weke serokên rûmetê yên PEN a Kurd hatin hilbijartin.

Di beşên din ên kongreyê de plansazî hate amadekirin. Di vê çarçoveyê de biryar hate wergirtin ku li qada ziman û wêjeyê bi mûxatabên navneteweyî re têkilî bê danîn. Plansaziya din jî wiha ye:

-Di mijarên ziman, wêje û çandê de konferans û civîn bên kirin.

-Li parçeyên Kurdistanê li gorî şert û mercan kar bê kirin, konferans û civîn bên pêkanîn.

-Karên aştiyê yên li qada navneteweyî bên şopandin û tevlîbûn li wan hewldanan bê kirin.

-Li kongreyên PEN ên Navneteweyî ku salane pêk tên, temsîliyet bê kirin.

Di nîqaşên li ser rewşa Kurdistanê de bal hate kişandin ser vî tiştî ku divê cihê jinê diyar û eşkere be.

Gelek rêxistinên PEN’ê peyam şandin û PEN’a Elmanyayê jî di asta nûnertiyê de tevlî kongreyê bû.

Di kongreyê de bal hate kişandin ser vî tiştî ku divê di xebatan de cih bidin hemû devok û zaravayên Kurdî. Hate diyarkirin ku di navbera zaravayan de divê pir werin avakirin.

WÊJEYA KURDÎ NABE KU JI SIYASETÊ DÛR BE

Di encamnameya kongreyê de hate diyarkirin nabe ku wêjeya Kurdî ji siyasetê dûr be û hate diyarkirin ku wêjeya kurdî û siyaset di nava hev de ne. Hate diyarkirin ku qedera siyasî ya Kurdî û rewşa wê ya heyî û ziman û wêjeya wê nabe ku ji hev dûr bikevin.

Di kongreyê de hate diyarkirin ku têkoşîn û berxwedana jinan a li qadên şer, tena serê xwe meseleyeke ronakbûn û wêjeyê ye. Di kongreyê de hate diyarkirin ku divê tolerans û tehamula di nav Kurdan de divê bêtir were geşkirin.

Di kongreyê de hilbijartin jî hate kirin û piştî civîna rêveberiyê Samî Tan û Aslixan Yildirim ji bo hevserokatiya PEN’a Kurd hatin hilbijartin.