Esnafên Cizîrê: Bêyî aştî û aramiyê krîz naqede

Esnafên ku ji ber krîza aboriyê pişta wan şikestiye, nerazîbûn nîşanî desthilatdariyê dan û gotin, ji bo krîz biqede divê aştî û aramî pêk were.

Tevî ku zemên li pey hev tên kirin bandoreke giran li mirovên xizan dike, hikumet li ser hev daxuyaniyan dide û dibêje, "krîz nîne". Ne mirov dikarin bi hêsanî debara xwe bikin, ne jî esnaf dikarin bi dilê xwe kar bikin.

Salîh Erîk ku firoşgeheke wî ya kincan heye û 15 sal in esnafiyê dike, anî ziman ku wî 3 krîz dîtiye lê ya dawî gelekî giran e. Erîk got, "Ez niha bi zorê kirê didim. Carnca bêyî tiştekî bifiroşim dikanê vedikim û digirim. Meseleya rabîp, polîtîkaya xapandinê bû. Xwestin krîzê binixumînin. Zemên tên kirin bandorê li civakê dike. Divê êdî civak hişyar bibe."

Erîk diyar kir, ew hatine ber girtina dikanê û got, "Dibêjin me 10 ji sedî kêm kirine. De ka vê yekê li elektrîk û gazê bike. Eybe, guneh e. Eger ev dewlet dewlet be, divê bi erka xwe ya dewletbûnê rabe. Divê ji rewşa karker û kedkaran fêhm bike." Erîk destnîşan kir, sedema bingehîn a krîza aboriyê ya li herêmê şer e û got, "Heta ku aştî li vir pêk neyê, krîz naqede."

Şeref Altûn ku 35 sal in restûranta wî heye, diyar dike ku ew nema dikare kirêya mala xwe jî bide. Altûn got, "Rewşa beriya Cejna Qurbanê û ya niha ji hev gelekî cuda ye" û anî ziman ku malzemeyên ew dikirin bi çend qatan buha bûne.

Altûn fatûre û deynê xwe nîşan da û got, "Niha buhayê kîloyeke çay 33 TL ye. Buhayê kîloyeke ya kîsikan ji 6 TL bûye 16 TL. Buhayê kirê, elektrîk û gazê zêde bûye. Gelo mirov wê çawa karibe debara xwe bike. Ez nikarim debara xwe bikim. Hevsera min, zarokê min tê dixebitin. Ew nebûna nizanim bê min ê çi bikira."