Emrê ku li bexçeyên narinciye dibihure

Nebahat Ertaş 30 sal in karê narinciye dike. Carna di germa dijwar, carna jî di sir û seqemê de vî karî dike.

Nebahat Ertaş berî 30 salan tevî hevserê xwe ji Sêrtê koçî Edeneyê kir. Niha 56 salî ye. Ji roja hatiye Edeneyê û vir ve bê navber dixebite. Em ê wan li bexçeyên narinciye derbas dibe.

Dema ku bi dehan salên bihurî tîne bîra xwe kelogirî dibe. Dema ducanî jî bû neçar dima bixebite.

Ertaş qala serpêhatiya xwe dike: "Beriya niha bi 30 salan, salek piştî zewaca me, tevî hevserê xwe em neçarî hatin Edeneyê. Dewletê dest danî ser bax û bexçeyên me. Ji me re jî gotin, eger bibin cerdevan wê karibin li gundê xwe bimînin. Nedibû ku em xiyanetê li eslê xwe bikin. Bûkek hîn nû bûm ku salek min temam nebûbû û bi 8 mehan ducanî bûm. Di rewşeke wiha de me berê xwe dan koçberiyê. 7 zarokên min li Ceyhanê ji dayik bûn. Kar li vê derê timî zêde bû. Mirovên bixwazin bixebitin kar gelek e. Em jî bi malbatî bi salan xebitîn. Dema ku em hatin vir, ji bilî nivîn û du berojan tiştekî me tine bû. Her cara ku ducanî dibûm, heta pênc mehan min kar dikir."

Ertaş bi hesreta rojên berê yên welêt e û dibêje, "Koletiya ku wê wextê li me dihate ferzkirin, kes qebûl nake. Rêyeke din ji me re nehiştin. Me mirin jî dît, girtîgeh jî."

'NE HEQÊ RÊ HEYE, NE JÎ XWARIN'

Ertaş anî ziman ku 30 sal in ew karê narinciye dike û got, "Em karê pirtiqalan jî dikin, ê kevrikê jî. Li nava zeviyan çi kar hebe em wê dikin. Yewmiya me ku heta niha 50 lîre bû, îsal qaşo bû 60 lîre. Lê belê 7 lîre jê diçe navbeynkarên jê re 'elçî' dibêjin. Tenê 53 lîre di destê me de dimîne. Carna di bin tava dijwar, carna jî di nava sir û seqemê de em neçar in bixebitin. Heta ku em vî pereyî qezenç dikin, em ji hal dikevin. Ewqas karkerên ku ber destê sibehê saet 3'an radibin, berêvarê saet 4-5'an li ser piyan dixebitin. Ne heqê rê didin ne jî yê xwarinê. Em her tiştî ji mala xwe tînin."