Destûr nehate dayîn ku gel û parlementer biçin Heskîfê

Heyeta HDP’ê ji bo protestokirina Bendava Ilisûyê xwestin biçin gund lê pêşiya wan hate birîn û destûr nehate dayîn ku heyet biçe gund.

Ji bo protestokirina Bendava Ilisûyê endamên komîsyona ekolojiyê ya HDP’ê, parlementerên HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Dêrsim Dag, Erdal Aydemîr, Feleknas Ûca, Huseyîn Kaçmaz, Mehmet Tîryakî, Necdet Îpekyuz û Nûran Îmîr xwestin biçin gundê Ilisûyê.

Hêzên dewletê destûr nedan ku kes biçin gund. Ji ber vê jî parlementerên HDP’ê di bin ablûkeya  jendirmeyan de daxuyaniyek kurt dan. Alîkarê Hevserokatiya Berpirsyariya Ekolojiyê Mûrap Çepnî daxuyanî da.

Çepnî got ku “Em ji bo ku berpirsyariya xwe ya li hemberî dîroka mirovayetiyê pêk bînin hatine vê derê lê hêzên dewletê me asteng dikin. Em wan protesto dikin. Astengkirina parlementeran bêhiqûqî ye.

Li vê derê em qala dîroka 12 hezar salan dikin. Îro vê dîroka 12 hezar salan wê di bin avê de bimîne. Rejîma AKP’ê dixwaze vê derê tune bike. Bi vê projeyê re dixwazin Dîcleyê tune bikin û ekosîstema Dîcleyê tune bikin.

Tunekirina Heskîfê şerekî li dijî mirovayetiyê ye.  Em bang li hemû gelên cîhanê dikin ku li hemberî vî tiştî bertekên xwe nîşan bidin.”