Bi milyonan kes ji pevjîna zarokên temenê biçûk bi bandor dibin

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNÎCEF) ragihand li gelemperiya cîhanê nêzî 115 milyon zarok û kesên têgihiştî ji ber pevjînbûna zarokên temenê biçûk bibandor bûne.

UNÎCEF cara yekem e ku li 85 welatan li ser mijarê analîzekê dike. Li gor UNICEF’ê li gelemperiya cîhanê 765 milyon kes (zarokên keç-kur) bê ku bihêjin temenê xwe yê têgihiştî hatine zewicandin.

115 milyon zarokên kur ên di temenê biçûk de hatine zewicandin û 23 milyon kes jî di temenê têgihiştî de zewicîne, bi îfadeyeke din ji her 5 zarokan yek bê ku bigihêje temenê xwe yê 15’ê tê zewicandin.

Li gorî daxuyaniya UNÎCEF’ê zewicîna temenê biçûk a zarokên kur li Sehra ya Efrîqa, Emerîkaya Latîn, Karayîpler, Başûr û Rojhilatê Asya û Pasîfîkê hatine tesbîtkirin.

Midûra Giştî ya UNÎCEF’ê Henrîetta Fore got: “Zewaca temenê biçûk zarokatiya wan didize. Yên ku zewicîne ji ber ne amade ne naçarin ku berpirsyariyên kesayeta têgihiştî bikêşin. Zewaca temenê biçûk dibe sedem di demek kin de bibe bav û ji bo avakirina malbatekê rê li ber zextê ya li ser vedike.”

Li gorî lêkolînekê li Efrîqaya Navîn ji sedî 28 welatê herî zêde zewaca temenê biçûk a zarokên kur lê pêk tê ye. Ev rêje ji sedî 29 li Nîkaragûa û ji sedî 13 jî Madagaskar e.

Ji xwe zewaca temenê biçûk a zarokên keç di rêza yekem a mexdûrbûnê de ye.

Di daxuyaniya UNÎCEF’ê de hate diyarkirin ku heta niha di derbarê zewicandina zarokên keç ên temenê biçûk gelek lêkolîn kirine, bal kişand ku di derbarê zarokên kur a zewicîna temenê biçûk pir kêm lêkolîn hatine kirin.

Flore anî ziman ku zewicandina zarokên keç û kur a di dema zarokatiyê de li dijî Peymana Mafê Zarokan a beriya 30 salan hatiye erêkirin e û got: “Divê em dawî li vê binpêkirinê bînin.”