Zoya ya ku di navbera efsane û rastiyê de maye

Li ser serketina Zoya Kosmodemyanskaya, ku di dema Şerê Cîhanê yê Duyemîn de bû yekem lehenga jin a Yekîtiya Sovyetê, hîn jî gelek spekulasyon hene.

Hemî çavkanî dibêjin ku Zoya Kosmodemyanskaya di 13’ê Îlonê de ji dayik bû. Bi rastî ne wisa ye. Dîroka jidayikbûna wê bi xeletî hatiye guhertin. Ev yek dema ku Joseph Stalin ferman da serokê partiyê Mikhail Kalinin, ku biryarnameyek li ser xelatkirina stêrka Hero ya Yekîtiya Sovyetê amade bike qewimî. Zoya ku di 8'ê Îlonê de li bajarê Tambovê ji dayik bû, ji ber vê yekê di hemû qeydên fermî de weke 13'ê Îlonê tê binavkirin.

ŞÎZOFREN BÛ?

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, di çapemeniyê de gelek car agahiyên ku Zoya Kosmodemyanskaya şîzofrenîk e hate weşandin. Hema hema hemûyan amaje bi vê belgeyê kirine: “Berî şer, di salên 1938-1939 de, keçeke 14 salî ya bi navê Zoya Kosmodemyanskaya gelek caran li Navenda Zanistî û Metodolojîk a Pêşeng ya Psîkiyatriya Zarokan hat muayenekirin û li nexweşxaneyê bû. Beşa zarokan ya Nexweşxaneya Kashchenko ew bi gumana nexweşiya şîzofreniyê ragirtin.”

Rastiya vê belgeyê qet nehatiye piştrast kirin. Diya wê Lyubov Timofeevna, got ku Zoya ji sala 1939’an û vir ve ji ber ji aliyê ekaran û weşanê ve nedihate fêmkirin bi nexweşiya tûreyê ketiye. Hevrêyên wê yên dibistanê diyar kirin ku ew pir caran bêdeng dibe û gotibûn ‘her tişt davêje dilê xwe.” Ji ber vê yekê Zoya dihate dermankirin.

HEVALÊ WÊ YÊ LEŞKER ÎXANET LÊ KIR

Îdîa heye ku organîzatorê dibistana îstîxbaratê ya Komsomol Vasily Klubkov Zoya daye Naziyan. Ev li gorî materyalên dozê yên ku di sala 2023’an de di rojnameya Izvestia de hatine weşandin. Li gorî tê îdîakirin; Klubkov diyar dike ku dema vedigere yekîneya xwe, ew ji aliyê Elmanan ve dîl hatiye girtin û piştî çend hewldanan karî ji wan bireve. Di dema lêpirsînê de Klubkov îfadeya xwe guhert û got ku bi Zoya re hatiye girtin. Lê piştî bi Naziyan re li hev kiriye û îxanet li hevrêya xwe kir, ew berdan. Ji bo vê yekê, Vasily bi xiyanetê hate tawanbar kirin û hate gulebaran kirin. Lêkolîner her wiha destnîşan dikin ku Klubkov bi darê zorê hiştine ku îtîrafê bike.

ZOYA HATE DALIQANDIN?

Di dema lêpirsînê de, Zoya Kosmodemyanskaya xwe wekî Tatyana da nasîn û qet navê xwe yê rastîn negot. Vê rastiyê bingeha efsaneya berbelav kir ku ew ne Zoya bû ku li Petrishchevo hate darve kirin. Her wiha li gorî nasên Kosmodemyanskaya; Beriya ku Naziyan êrîşî Yekîtiya Sowyetan bike jî, gelek caran ji xwe re digot Tatyana. Wan vê navê Tatyana Solomakha lehenga delal a Şerê Navxweyî ye, ku ji hêla Rûsên spî ve hate girtin û piştî êşkenceyên giran mir, rave kirin.

Navê rast ê partîzan encax di sala 1942’an de hîn bûn. Ji bo vê jî divê gora keçikê bikolin. Cenazeyê wê ji aliyê mamoste û hevalê xwe yê dibisanê ve hate naskirin. Piştre dayik û birayê Kosmodemyanskaya tevlî xebatên tespîtkirina nasnameyan bûn. Wêneyên ceseda ku hatibû derxistin nîşanî wan dan û wan piştrast kirin ku ew Zoya ye.

GORA WÊ ÇAR CARAN HATE VEKIRIN

Dijmiroviye lê rastiye; Gora Zoya Kosmodemyanskaya 4 caran hat kolandin û cardin ji nû ve hat definkirin. Ev jî ji ber ku du caran li derveyî gund hate veşartin û piştre bermahiyên wê destpêkê veguhestin navenda Petrîshchevê ku piştî şer hate restorekirin û piştre jî piştî ku hate şewitandin, birin goristana Novodevîçî ya li Moskowayê.

Di dawiya salên 80’î de, mirovan dest pê kir ku çend jin li ser gora Zoya kom bûne û nîqaş kirine ku keça kê li wir hatiye veşartin. Yek ji wan jinan jî ji bo ku nîşaneyên taybet ên li ser laşê mirî nas bike, bertîl daye mêran ku gorê bikolin. Jina ku bi van nîşaneyan dizanî, ji bo derxistina cenazeyê keçikê xwest ji komîsyonê re îspat bike ku yê ket gorê zaroka wê bi xwe ye. ji aliyê dewletê ve hatin astengkirin û bi vî rengî rastiya ku Kosmodemyanskaya di gorê de nehatibû veşartin hate redkirin.