WHO û Unicef: Du mehên dawî nexweşiya sorikê gelekî zêde bû

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û Fona Zarokan (UNICEF) ên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ragihandin ku li tevahiya cîhanê di nava du mehên destpêkê yên salê de nexweşiya sorikê bi asta ji sedî 80'î zêde bûye.

WHO'yê mehên dawî timî hişyarî dida ku eger ji ber şewba Covîd-19 dema lêdana derziyê ya li zarokan bi rengekî metirsîdar bê taloqkirin û astengiyên tenduristiyên zû neyên rakirin wê felaketek rû bide.

Li gorî daxuyaniya hevpar a WHO û UNICEF'ê, di du mehên destpêkê yên sala 2022'an de li gorî heman pêvajoya par, nexweşiya soriyê bi asta ji sedî 79 zêde bûye.

Herdu saziyên Neteweyên Yekbûyî bi fikar in ku di asteke bilind de şewbeke giran a sorikê rû bide û hişyarî dan ku şewbeke bi vî rengî sala 2022'an dikare bandorê li milyonan zarokî bike.

Di halê hazir de li cîhanê di mehên Çile û Sibatê de 17 hezar û 338 nexweşiyên bi nexweşiya sorikê hatin tespîtkirin. Sala 2021'an di heman mehan de 9 hezar û 665 nexweşên sorikê hatibûn tespîtkirin.

Ji ber ku bi sedema şewba Covîd-19 bi rêk û pêk nikare bê şopandin, tê texmînknirin ku hejmara nexweşan zêdetir be.

Heta dawiya meha Nîsanê di 12 mehên dawî de bi giranî li Efrîka û herêma Derya Spî ya Rojhilat 21 şewbên giran ên sorikê rû dan.

Şewba sorikê ji par û vir ve herî zêde li Somalî, Yemen, Nîjerya, Efganistan û Etiyopyayê rû da. Li gorî rêxistinên tenduristiyê sorik gelekî belav dibe û dema rêjeya derzîkirinê kêm dibe, hîn bêhtir rû didin.