WHO hişyariya sorikê da!

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) têkildarî zêdebûna bûyerên nexweşiya sorikê hişyarî da.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) têkildarî zêdebûna bûyerên sorikê daxuyanî da. WHO ragihand ku li tevahiya cîanê bûyerên sorikê ji meha Çileyê ve li gorî dema sala borî 3 qat zêde bûye.

Li gorî daneyên WHO ji 1’ê Çileyê heta 31’ê Tîrmehê ve 364 hezar û 808 bûyerên sorikê tespît kirine. Sala borî heman demê de 129 hezar û 239 bûyerên sorikê çêbûbûn.

Ji berdevkên WHO Chrîstîan Lîndmeîer li Cenevreyê di civîna çapemeniyê de axivî û bal kişand li ser zêdebûna bûyerên sorikê û ragihand ku ji sala 206’an ve bûyerên sorikê di asta herî bilind de ye.

Herî zêde bûyerên sorikê li Komara Demokratîk a Kongo, Madagaskar û Ûkraynayê hate tespîtkirin. Lê li Madagaskarê bi saya kampanyaya aşiyê bûyerên sorikê di demên dawî de kêmtir bûne.

Li gorî WHO’yê li Angola, Kamerûn, Çad, Kazkistan, Nîjerya, Fîlîpînler, Sûdana Başûr û Taylandê bûyerên sorikê zêde ne. Li DYE’yê di 25 salên dawî de hejmara bûyerên sorikê ya herî zêde çêbûne.

Di cîhanê de yek ji nexweşiyên herî vegirtinê sorik e û tedawiya wê tine, lê li gorî WHO’yê bi aşiyekê ewle û bi bandor dikare pêşî lê were girtin. Li herêma Ewropayê îsal nêzî 90 hezar bûyerên sorikê hate tespîtkirin. Di sala 2018’an de bi giştî 84 hezar û 462 bûyerên sorikê çêbûbûn.

Li Efrîqayê bûyerên sorikê 10 qat zêde bûn, li welatên dikevein rojayavê okyanûsa Pasifîkê 230 ji sedî, li Rojhilatê Derya Spî 50 ji sedî zêde bû. Li beramberî vê li Başûrê Rojhilatê Asya û qitaya Emerîayê 15 ji sedî kêmtir çêbû. WHO ya girêdayî Netewên Yekbûyî beriya geştiyarî ji welatiyan daxwaz kir ku beriya 15 rojan aşiya sorikê bibin.