WHO ji bo nexweşiya hepatîta veşartî hişyar kir

Rêxistina Tendirustiyê ya Dinyayê (WHO) ji bo nexweşiya hepatîta ya ku hê sedema wê nehatiye eşkerekirin, hişyariyek weşand.

Berdevkê WHO’yê Tarik Jasarevîç li Cenevreyê civîneke çapemeniyê li dar xist û got “Ji 1’ê Gulanê û vir ve ji 20 welatan nêzî 228 kes bi vê nexweşiyê ketine û lêkolîna li ser 50 kesan jî didome.”

Sedema vê hepatîtê hê nayê zanîn. Kraliyeta Yekgirtî di serî de, ev nexweşî li Ewropayê hate dîtin.

Di 5’ê Nîsanê de li Îskoçyaya navîn 10 zarokên biniya deh salî bi vê nexweşiyê ketin. Heta 8’ê Nîsanê jî li Kraliyeta Yekgirtî ev hejmar bû 74.

Ev nexweşî bandorê bi tenê li zarokên biniya 10 salî dike. Zerik, virik, verişîn û êşa zik xwe di zarokan de dide der. Hate diyarkirin ji bo hinek nexweşan divê kezeb were neqilkirin. Herî kêm zarokek jî ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî Navenda Kontrol û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan a Ewropayê (ECDC) û WHO’yê tu vîrusên ji hepatîfa akût vîral (Ji Ayê heta Eyê) nehatiye tespîtkirin.

Li gorî lêkolînên li DYE’yê dibe ku ev ‘adenovîrus’ be, lê hê sedemeke teqez nehatiyet tespîtkirin.

Adenovîrus bêtir li ser semptomên bêhnstendinê, konjonktîvît û mehandinê bandorê dike. Bêtir di zivistanî û biharî ev vîrus belav dibin û piraniya mirovan beriya 5 salî enfekte dibin.

Hê baş ne zelal e ku pêketin li ser vê nexweşiyê roleke çawa pêk tîne.