WHO: 54 krîzên tenduristiyê divê bi lez û bez çareser bibin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) da xuyakirin ku li seranserê cîhanê 54 krîzên tenduristiyê hene ku divê bi lez û bez çareser bibin û diyar kir ku ji wê boneyê hewcedarî bi 2,5 milyar dolaran heye.

Bi nexweşiyên wek Covîd-19, kolera û sorik ku belav dibin, pirsgirêkên tenduristiyê yên lezgîn bi pevçûnên tundûtûj ên li Ûkrayna, Yemen, Sûriye û Etiyopyayê berdewam in, zêde bûne. Li gor daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), niha li seranserê cîhanê 54 krîzên tenduristiyê yên lezgîn  hene û ji van pirsgirêkan 11 jê divê pir bi lez û bez çareser bibin.

Sekreterê Giştî yê WHO’yê Tedros Adhanom Ghebreyesûs ku li bajarê Cenevre yê Swîsreyê axivî, got: “Nabe ku mirov tiştekî ji bo van krîzan neke” û diyar kir ku pêdivî bi piştgiriya bi lezgînî heye. Ghebreyesûs diyar kir ku ji sedî 80’ê krîzên li seranserê cîhanê ji ber pevçûnan diqewimin û wiha got: “Bi taybetî nîvê mirina jin û zarokan ku mirov dikare ber lê bigire, li cihên bi pevçûn e.”

JI BO SALA 2023’AN HIŞYARIYA ‘KRÎZÊN NEDÎTÎ’ HAT KIRIN

Ghebreyesûs bang li xwebexşên li seranserê cîhanê kir û got: “Ji bo ev krîz çareser bibin, em dixwazin hûn 2,5 milyar dolar pere bibexişînin.”

Ghebreyesûs da zanîn ku wê bi alîkariya bê berhevkirin, bi Ûkrayna, Efxanistan, Yemen, Etiyopya û Sûriye û Pakistan ku lehî radibe û Efrîka ku rû bi rûyê krîzeke cidî ya dexil û dan e re alîkarî bê kirin.