Wezareta Tirk fermana kuştina Pezkoviyên Wanê da
Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirk ji bo kuştina pezkoviyan a li navçeya Payîzavayê îhale da destpêkirin. Her kesê ku 30 hezar TL bide wezaretê wê karibe pezkoviyan bikuje.
Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirk ji bo kuştina pezkoviyan a li navçeya Payîzavayê îhale da destpêkirin. Her kesê ku 30 hezar TL bide wezaretê wê karibe pezkoviyan bikuje.
Wezareta Çandinî û Daristanê ya Tirk, ji bo nêçira pezkoviyan a li herêma Çepkenlî ya navçeya Payîzavayê, îhale da destpêkirin. Bi vê biryara wezaretê re her kesê ku 30 hezar TL'î bide wê bi qasî ku dixwaze karibe pezkoviyan bikuje.
Wezareta Çandinî û Daristanê îhaleya kuştina pezkoviyan bi rengekî fermî ragihand.
Îhaleya kuştina pezkoviyan wê 5'ê Cotmeha 2022'an pêk were.