TJA: Jiyana xwe bi Kurdî bixemilînin

TJA’yê ji bo Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyek da û got, "Li dijî asîmîlasyon û pişaftinê xwedî li zimanê xwe derkevin, bi Kurdî bixwînîn, binivîsinin û biaxivin."

Tevgera Jinên Azad (TJA) di daxuyaniyê de ya derbarê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê got, ‘’Tu tişt ji îşkenceya ku bi asîmlasiyonê didomînin ne bandortir e. Qîrkirina çandê, hunerê û civakê pûç dike bê refleks dike’’ diyar kir asimilasyona mêjiyê mirovan pûç dike, hemû lebat û hestiyê laşe mirov parçe dike, wiha armanca xwe pêk tîne.

TJA’yê bi domdarî wiha got: ‘’Her wiha piştî pûçkirinê li gorî berjewendiyê xwe bi kar tîne û mirovan dike robot. Kesê ku ji zimanê xwe qut dibe, ji keyxweşî, xemgînî, çand, polîtîka û azadiya xwe dur dibe û di nava sîstemê de winda dibe. Ji bo hemû gelan nirxên pîroz hene. Ziman jî yek ji van nirxan ya sereke ye. Netew dikarin bi zimanê xwe hebûna xwe biparêzin û bi vî rengî xwe mayîn de dikin. Dema ku dewletên dagirker dixwazin nateweyek ji holê rakin berî her tiştî zimanê gel, çand û kewneşopiya gel qedexe dikin.’’

‘ZIMANÊ KURDÎ QEDÎM E’

TJA’yê dagirkerî û mêtingeriya li ser Kurdistanê bi bîr xist û got, ‘’Çiqas dek û dolab hene yekem li hemberî zimanê Kurdî hatiye bi kar anîn, piştre li hember gelê Kurd, ji bo pişaftina gel her cure êrîşên hovane hatine kirin. Lê zimanê Kurdî ewqas zimanekî qedîm e ku îro gelê Kurd gihaştiye vê deme’’ û wiha bang kir:

‘HER MALEKÊ BIKIN DIBISTANA ZIMANÊ ZIKMAKÎ’

‘’Werin em bi hev re têkoşerê azadiya ziman bin da ku em azad bibin. Zimanê dayikê bibe zimanê perwerdê ev mafekî hem însanî, hem wicdanî, hem exlaqî û hem jî qanûnî ye. Sînorê ziman sînorê cîhanê ye, bê ziman jiyan ji sînoran nafilite. Heta zimanê dayikê ne azad be em ê têbikoşîn, xwe ji asimilasyon û oto-asîmilasyonê xwe bifilitînin.

Bi vê çarçoweyê em Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê pîroz dikin û em bang li hemû Kurdan dikin ku hemû jiyana xwe bi Kurdî bihûnin û bi xemilînin. Li dijî asîmîlasyon û pişaftinê xwedî li zimanê xwe derkevin, bi Kurdî bixwînîn, binivîsinin û biaxivin. Li dijî asimilasyon û oto-asimilasyonê têbikoşin. Her malek bila dibistanek zimanê zikmakî be.’