Tiriyê Erdîşê ji nû ve şîn dibe

Mêwên ku 3 hezar sal berê ji aliyê Ûrartûyan ve li navçeya Erdîş a Wanê hatin çandin, bi destê jinan ji nû ve şîn dibin.

Tiriyê Erdîşê, bi navê xwe yê din tiriyê Ûrartû yê dîrokî, hîn jî heye. Tiriyê Erdîşê ku wextekê li her tax û gundî hebû, îro tenê li çend cihan tê çandin. Tiriyê Erdîşê ku li ber tunebûnê ye, bi dest û keda jinê ji nû ve şîn dibe.

Tiriyê Erdîşê mehên Nîsan û Gulanê têne kezaxtin. Di nava mehekê de pelan dide û tirî çêdibin. Di werzên Bihar, Havîn û Payîzê tenê sê yan çar caran tê avdan û tirî çêdibe. Tiriyê Erdîşê ku xwedî libên biçûk, çiqilek zirav û tamek tirşîn e, wekî ku nû tê xwarin di nava duşav û dimsê de jî tê karanîn.

DI TABLETAN DE TÊ BEHSKIRIN

Li paytexta yekem a Ûrartûyan Erdîşê, Qralê Ûrartûyan Sardûriyê 2’emîn, têkildarî mêwên tirî du nivîsên bi bizmar li ser berên ku li Mevkiya Berên Reş tên dîtin, da nivîsandin. Di tableta yekem de evane tên diyarkirin: "Bi mezinahiya Xweda Haldî, kurê Argiştî Sardûrî ev mêw da çêkirin. Sardûrî dibêje ku: “Li pey min leheng? Tu qralê ku leheng, … Her kî be, navê Mêwa Sardûrî ku Sardûrî daniye ser hewl bide rake … bila bide. Sardûrî dibêje ku: Her kî bidize, bila Xweda Haldî, Xweda Teîşeba, Xweda Şivînî û hemû xweda wê/î ji tîrêjên rojê bê par bihêle.”

Di tableta duyem de jî wiha tê gotin: “Bi mezinahiya Xweda Haldî kurê Argiştî Sardûrî dibêje ku: “Dema Xweda Haldî qraltî dayî min, ez çûm ser textê mezinan. Heman salê min mêwek da çandin.

Navê wê ‘Mêwa Sardûrî ye’. Bi mezinahiya Xweda Haldî tê gotin ku kurê Argiştî Sardûrî qralê bi hêz, qralê mezin, qralê Welatê Şûrîlî, qralê Welatê Bîanîlî, qralê qralan û lehengê bajarê Tuşba’yê ye.”

TIRÎ JI ŞÛN KALAN MAYE

Berê bi taybetî li girê Zernakiyê, girê Agyol, Gerekol, Mevkiyê Berê Sor, Davutbaglari, Haydarbeg, Kadîrasker û Salmanagê bi awayek zêde dihat çandin. Îro kêm be jî li gundê Bayramli, taxên Tekler û Salîhiyeyê tên çandin. 

Xatîce Oksuz ku li Taxa Salîhiyeyê mêwên tiriyan dît diyar kir ku mêwên tiriyan kalên wan ji bo wan hiştiye. Da zanîn ku ji bo ev mêw bên jiyankirin, divê ked bê dayîn û got: “Her sal ez van mêwan dikezixînim. Di vê di Biharê de mûtlaq mêwên tiriyan bê kezaxtin. Çiqên zêde û yên hişkbûyî ez qut dikim. Mêwên ku me qut kirî carek din şîn dibin û zindî dibin. Şînkahiyek e ku zêde eleqe û kedê dixwaze. Dema ku salekê jî neyê kezaxtin, berhemdariya xwe winda dike.”