Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê: Heta ku talan biqede wê têkoşîna me bidome!

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê diyar kir qadên jiyanê yên gelê Kurd dibe hedef û got “Heta ku talan û mêtingerî biqede wê têkoşîna me bidome.”

Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê derbarê Meşa ber bi Cûdiyê ya ku di 17’ê Îlonê de li Şirnexê hatibû kirin daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin “Pergala faşîst a qirkirinê ya ku di her warî de li ser Kurdistanê mêtingeriyê dide meşandin û xwezaya wê tune dike, qirkirina xwe aniye asta herî jor. Bi hincetên ewlekariyê du sal in Şirnex tê de li gelek herêmên cihê yên Kurdistanê dar tên birîn û ekosîstema li Kurdistanê hatiye asta ku êdî telafiya wê tune.

Şirnex jî tê de du sal in li gelek herêman dar tên birîn û li hemberî birîna daran bertekeke civakî û têkoşîneke hiqûqî tê dayîn. Darên ku tên birîn her roj bi kamyonan li pêş civakê ji bajarê me dibin bajarên din û difiroşin. Ev darbirîn bi destê dewlet û cerdevanan tê kirin û divê bi tenê wekî qirkirina derdorê neyê dîtin. Ev texrîbat û hilweşandina ekolojîk e û tê wateya ku gelê Kurd ji cih û warên xwe bibin, qada wê were tunekirin. Li hemberî vê qirkirinê li hemberî hemû qedexe û astengiyan jî di 17’ê Îlonê de em li Cizîrê kom bûn.

Me li hemberî şer ji bo aştiyê qîrand û me diyar kir ku em ê her darê yeko yeko biparêzin. Em wê rojê bi hev re bûn. Heke em bibin yek em ê karibin bi ser bikevin. Em spasiyên xwe ji hemû sazî û komeleyan re dikin wê rojê piştgirî dan me.”