Sonmez: Li dijî talankirina xwezayê em berê xwe bidin Cûdî

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Nacî Sonmez ji bo meşa ber bi Cûdî ve banga tevlîbûnê kir û destnîşan kir ku têkoşîna li dijî talankirina xwezayê têkoşîneke hevgirtî ye.

Bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, 17'ê Îlonê roja Şemiyê wê bi dirûşma "Em li dijî hilweşandina ji ber şer û talankirina xwezayê dimeşin" ber bi Cûdî ve meşek bê lidarxistin. Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê yê ji Komîsyona Ekolojiyê Berpirsyar Nacî Sonmez li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Sonmez işaret bi xemsariya li talankirina xwezaya Kurdistanê kir û got, "Mîna li her devera welêt tê kirin, mixabin di talana ekolojîk de jî cihêkarî tê kirin. Bi taybetî ev cihêkariya li hemberî cografya Kurdan, ji aliyê desthilatdariyê ve bi rêk û pêk tê kirin. Hêzên civakî yên ku li rojavayê Tirkiyeyê di vê mijarê de bi berpirsyarî radibin, mixabin teslîmî vê ferasetê bûne."

Sonmez di vê der barê de got, "Bi qasî daristana li Mûglayê tê şewitandin, divê xwedî li daristanên li Şirnex û Çewlikê têne şewitandin jî bê derketin û ji bo vê jî têkoşîneke hevpar pêwîst e. Lê mixabin polîtîkaya cihêkar xwe berdaye nava hemû şaneyên vê civakê."

EGER POLÎTÎKAYA AŞTIYÊ TUNE BE WÊ XWEZA JÎ BÊ TALANKIRIN

Sonmez diyar kir ku talana li ser ekolojiyê bi du sedeman tê kirin û wiha dewam kir, "Xweza mixabin di sedsala 21'ê de hedefa polîtîkayên neo-lîberalîzm û kapîtalîzmê ye. Ji bo sermaye karibe danheviya xwe dewam bike û hebûna xwe pêk bîne, ev qad bi taybetî di hedefa sermayeya navneteweyî de ye. Aliyê din jî şer e. Mîna li tevahiya cîhanê li herêma me jî li cihê ku şer lê diqewime xisareke mezin li xwezayê dibe. Xisar li tevahiya jiyanê dibe."

Sonmez destnîşan kir ku bi taybetî li Şirnexê bi hinceta 'ewlekariyê' daristan têne wêrankirin û wiha dewam kir, "Halbûkî rêya kêmkirina rîskên ewlekarî yan jî şer, jiyana bi rengekî aştiyane ye. Dema ku polîtîkayeke şer neyê afirandin û ber bi demokratîkbûnê ve gav neyê avêtin, hingî hem zerar digihêje mirovan hem jî xwezayê. Wê demê sîstema ekolojîk bi temamî tê talankirin."

Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Sonmez anî ziman ku helwesta li hemberî talankirina xwezayê û rabûna li ber şer yekser bi hev ve girêdayî ne û got, "Divê ev têkoşîn weke têkoşîneke li hemberî şer û li dijî talankirina xwezayê bê dîtin."

DENGÊ HEVPAR, TÊKOŞÎNA HEVPAR

Nacî Sonmez hewldana hevpar a ku 5'ê Îlonê bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê hate ragihandin bi bîr xist û destnîşan kir ku gelekî girîng e ji rojavayê Tirkiyeyê jî tevlîbûn li meşa 17'ê Îlonê bê kirin.

Sonmez ragihand ku HDP û tevgerên cuda yên ekolojîk ji bo meşa ber bi Cûdî ve dixebitin û herî dawî ev bang kir: "Eger em karibin bibin dengekî hevpar, têkoşîneke hevpar bimeşîne, hingî em ê karibin mijarê bixin rojeva raya giştî. Ji ber ku li wê derê polîtîkayeke mezin a tenêhiştinê tê meşandin. Kombûna li wê derê gelekî girîng e. Bi dîtina min hêza me ya yekbûyî wê vê talankirina xwezayê lawaz bike."