Di lêkolînê de ku bi hevkariya rêxistinên civakî yên sivîl Global Forest Watch (GFW) û World Resources Institute (WRI) ve hate amadekirin, hate ragihandin ku sala 2021'ê li herêmên tropîkal qadek ji 11.1 milyon hektarî ya daristanê tune bû.
Rêveberê bernameya daristanê ya WRI Rod Taylor got, "Ev yek tê wê wateyê ku serê her deqeyê qadeke daristanî ya bi qasî 10 qadên futbolê tune dibe. Îsal jî ev rewş dewam dike."
Li gorî hesabên lêkolîneran, tunekirina daristanên dest lê nebûye, bû sedem ku sala 2021'ê bi 2.5 gîgatonî CO2 li atmosferê belav bibe. Ev rêje bi qasî emîsyona salane ya Hindistanê ye.
Sala 2021'ê ji sedî 40 ê daristanên sifir ên ji holê hatin rakirin li Brezîlyayê bûn. Li vî welatî daristana 1.5 milyon hektarî hate birîn an jî şewitî. Piştî Brezîlyayê Komara Kongo ya Demokratîk tê ku nêzî 500 hezar hektar qada daristanî lê tune bû. Bolîvya par li gorî sala 2001'ê herî zêde daristan lê şewitî. Li vî welatî jî qada daristanî ya ji 300 hezar hektarî tune bû.
Raporê raxist pêş çavan ku ji bilî herêmên tropîkal li bakurê cîhanê daristanên Borealê jî di nava bîst salên dawî de gelekî kêm kir. Tenê li Rûsyayê di dema şewata awarte de daristana ji qadeke ji 6.5 milyon hektarî kêm bû.
Lêkolîner dibêjin ku şewata daristanan ku zêde dibe, dibe sedem ku hîn bêhtir CO2 li atmosferê belav bibe û germahiya global zêde bibe.