Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî: Rewşa li herêma Şoreşa Rojava

Kurdî û zimanên din ên di dema rejîma Baasê de bûn qurbanê siyaseta şoven, bi Şoreşa Rojava re ji nû ve zindî bûn. Şoreşê kir ku her kes karibe bi rengekî azad zimanê xwe hîn bibe, dîroka zimanê xwe lêkolîn bike.

Rêxistina Perwerde, Zanistî û Çandê (UNESCO) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), di sala 1999'an de 21'ê Sibatê weke Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ragihand. Li gorê wê diviyabû ku  her kes bi zimanê xwe bipeyive, binivîse û perwerde bibîne. Lê ev rewş li welatên mêtingerî gelekî cuda bû. Ji bo Kurd, Ermenî, Asûrî-Suryaniyên ku gelek komkujî li wan hatibû kirin, tiştekî bi êş bû ku ev roj li gorî wan nederbasdar bû. Bi taybetî jî, qedexe û siyaseta şovenîst a zêdetirî sedsalekê herî zêde bandor li ser zimanê Kurdî kir. Lê belê bi Şoreşa Rojava re, ku sîstemên desthilatdariyê yên li cîhanê hejand û soza sîstemeke demokratîk a alternatîf da, ev rewş ji çerxeke zehmet vegeriya û vejînek afirand. 

Mîna polîtîkayên ku dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dimeşîne; rejîma Sûriyeyê jî ku ji roja ava bûye û vir ve  hemû pêkhate  û baweriyên cuda difetisîne û bi zîhniyeta yek reng, yek ziman û yek çandî tevdigere, bi zextan xwest ziman û çandên cuda asîmîle bike û di nav çanda Erebî de bihelîne. Li hemberî wê jî gel tevî hemû zextan jiyaneke hevpar dijyan û têkiliyên xwe neşikandin û bi rengekî veşartî hînî ziman û çanda hev dibûn.

ZIMANÊ KURDÎ, ZEXT Û JI NÛ VE JIDAYIKBÛN

Rejîma Baas a ku piştî dagirkeriya Fransayê serxwebûna Sûriyeyê îlan kir, bi polîtîkaya xwe ya şovenîst re 65 sal in Kurd nikarin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin, binivîsînin û bixwînin. Ev siyaseta ku di dema desthilatdariya Şukrî El-Qiwetlî de, ku bi eslê xwe ji malbateke tirk a Konyayê bû û di 17ê Tebaxa 1943'an de wek serokkomarê Sûriyê hat hilbijartin, dest pê kir, heta pêvajoya Beşar Esed ku sala 2000’an de wek serokomarê Sûriyeyê hat hilbijartin, bênavber berdewam kir. Di nava van polîtîkayan de dayîna navên erebî ji gund û bajarên Kurdan re her wiha avakirina kemberên erebî û hwd. Rêjîma Sûrî bi dehan rêbazên asîmlekirinê dimeşand ku her kes diçû wê qenaetê ku nikare tiştekî bike.

Rêber Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurdistan  di sala 1979 'an de di nav herêmê de fikir û paradîgmeya xwe belav kir. Ji bo Kurdan ronahiyeke nû ya ku bi salan hatibû tepisandin çêbû. Ev pêvajoya ku milîtanên têkoşîna azadiyê bi hînbûna  zimanê Kurdî dest pê kir, derfet afirand ku Kurdên li Rojava û Sûriyeyê dijîn bi zimanê xwe binivîsînin. Ji wê jî girîngtir, li dijî fikra ku tu tişt nekaribe bike hêvî çêbû.  Ji bo wê Têkoşîna Azadiya Kurd dîrok, ziman û çanda kurdî li ser hemû însanan belav kir û hêşt her kes bizanibe ku miletek bi navê milata Kurd heye. Bêguman ev hemû deskeftî bi dizî dihat  kirin.

DI PEYMANA CIVAKÎ DE JÎ CIHÊ XWE GIRT 

Rastiya ku her gelê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijî ji mafê wî ye bi zimanê xwe ya dayîkê  bi azad bijî, di nava qanûnên peymana civakî  de cihê xwe digire. Di madeya sêyemîn a Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wiha tê gotin "Tu cudahî di navbera hemû zimanên ku li herêma Federaliya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn de tune ye. Her gel azad e ku zimanê xwe bi kar bîne û di qadên civakî, îdarî, perwerdeyî û çandî de bi pêş bixe."

SAZIYA ZIMANÊ KURDÎ HATE AVAKIRIN

Ji bo parastin, pêşvebirin û lêkolînkirina zimanê Kurdî ku bi tinebûnê re rû bi rû mabû, sazî û akademiyên perwerdeyê yên pîşeyî, entelektuel û zanistî jî ketin meriyetê. Peymangehên ji bo avakirina mamosteyên zimanê Kurdî weke peymangehên Şehîd Viyan Amara yên ku yekem car di sala 2013'an de li Efrînê hate vekirin, avabûn û  bi alavên zanistî hatine amadekirin û rêyeke mezin di pêşxistina zimanê kurdî de lîstine Saziya Zimanê Kurdî di sala 2011 'an li Rojava ji bo pêşxistina zimanê kurdî hate avakirin.

FERMÎ BÛ, CARA YEKEMÎN BÛ ZIMANÊ PERWERDEYÊ

Bi biryara ku Rêveberiya Xweser a Rojava li ser esasê paradîgmaya Neteweya Demokratîk wergirtî; Kurdî, Erebî û Suryanî wek zimanên fermî li herêmê hatin qebûlkirin. Ev xebata ku di sala 2011 'an de weke kursa zimanê Kurdî li malan destpê kir, piştî demeke kurt hêdî hêdî dest bi sîstema li dibistanan kir. Di sala perwerdeyê ya 2012-2013'an de li dibistanên herêmê zimanê Kurdî weke zimanê perwerdeyê hat destpêkirin. Ji sala 2014 'an û vir ve materyalên perwerdeyê bi Kurdî hatin amadekirin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn dibistana ku bi zimanê kurdî perwerdeyê dide di 6 'ê Îlona 2011' an de li navçeya Şera ya Efrînê bi navê Şehîd Fewzî hate vekirin. Piştre di 26 'ê Îlona 2011'an de li navenda bajarê Kobanê bi navê Şehîd Osman Silêman hat vekirin. Paşê li gelek deverên Herêma Cizîrê dest bi vekirina dibistanan kir. Yekemîn zanîngeh di 27 'ê Cotmeha 2015 ' an de bi navê Zanîngeha Efrînê li herêma Efrînê  hate vekirin. Di 5'ê Tîrmeha 2016'an de li bajarê Qamişlo bi navê Zanîngeha Rojava û di 30'ê Îlona 2017'an de li Kobanê bi navê Zanîngeha Kobanê hate vekirin. Li zanîngeh û akademiyan di bin navê Ziman û Wêjeya Kurdî de beş hatin vekirin.

GELÊN DIN JÎ FERÎ KURDÎ DIBIN

Tevî ku Kurd fêrî zimanê Erebî û zimanê xwe bûne jî, gelên Ereb, Asûrî, Suriyanî û Ermenî yên li herêmê bi Kurdan re dijîn, bi coşeke mezin dest bi hînbûna Kurdî kirin. Ev mîrateya dîrokî ya ji aliyê gelên hînî ziman û çanda hev dibin ve hat afirandin û bi Şoreşa Rojava re hat sîstemaîzekirin. Her gelê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijî bi awayekî azad zimanê xwe diaxivin û pêş dixin û her wiha ziman û çanda cîranê xwe jî fêr dibin

Di warê ziman de geşedanên şoreşgerî bûn, ev xebatên ku hatin kirin tenê bi dibistanan re sînordar nema, her wiha ber bi kolanan ve çûn. Tablêta naskirina kolan, gund, bajar her wiha nîşaneyên dikan û kargehên herêmê ku ji zîhniyeta şovenîst rizgar bûn, li gorî zimanên gelên li herêmê dijîn guherî. Pêkane ku mirov vê guhertinê li her kolaneke li qada Şoreşa Rojava dibîne.

ERMENÎ, ASÛRÎ-SÛRYANÎ JÎ FERÎ ZIMANÊN XWE YÊN DAYIKÊ DIBIN

Gelên Ermenî, Sûryanî û Asûrî ku zêdeyî sedsal in rastî komkujiyan tên. Lê  bi şoreşê re derfet dîtin ku bi zimanê xwe re bi awayekî azad bijîn. Gelê Sûryanî û Asûrî ku li dêran perwerde didîtin, li dibistanan dest bi dîtina zimanê xwe bi awayekî fermî kirin. Akademiyên ji bo avakirina mamosteyan hatin vekirin û perwerde bi lez û bez destpê kirin. Ji bo pêşxistina zimanê Sûryanî û avakirina perwerdeya mamosteyan di sala 2014'an de li bajarê Qamişlo saziya bi navê Olaf Tao hate vekirin. Ev saziya ku di bin rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatiye vekirin, şaxên wê li Qamişlo, Tirbespiyê, Dêrik û Hesêkê hene.

Ermeniyên ku di bin sîwanê Meclîsa Ermenan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine birêxistinkirin; piştî ku binesaziya pêwîst ji wan re hat çêkirin da ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin, bi lez û bez dest bi perwerdeyê kirin. Ermeniyên ku ji ber qirkirina ji Helebê heta Dêrazor û Hesekê rizgar bûn niha li meclisa Eremiyan bi awayekî fermî fêrî zimanê xwe yê Ermenî dibin. Li gorî agahiyên ku me ji meclîsa Ermeniyan girtine, daxwaz hatiye kirin ku di demeke nêz de mamosteyên Ermenî li dibistanên wan bên dîtin.

ÇERKEZ Û TIRKMEN JÎ...

Perwerdeya pirzimanî herî zêde li Minbicê ku mînaka herî berbiçav a paradîgmaya Neteweya Demokratîk e tê dîtin. Çerkesên li Minbicê dijîn, dikarin di nava meclîs û komeleyên xwe yên xweser de bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibînin. Piştî rizgarkirina Minbicê ji dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê, gelê Tirkmen di nava komîteya ku di 25'ê Nîsana 2018'an de hate avakirin dest bi perwerdeya bi zimanê xwe ya dayikê kir.

834 HEZAR KES BI ZIMANÊ DAYIKÊ PERWERDEYÊ DIBÎNIN

Li gorî agahiyên ku me ji Komîteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wergirtine, di sala perwerdeyê ya 2022-2023'an de li 4 hezar û 153 dibistanan 834 hezar 691 xwendekar bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê distînin. Piraniya ji wan Ereb in û li dû wan jî Kurd û Suryani tên.