Rêjeya zêdebûna nifûsa Elmanya kêm dibe

Li Elmanyayê rêjeya zêdebûna nifûsê ya sala 2019’an gihişte asta herî nizim a 7 salên dawî. Li gorî texmînên Odeya Îstatîstîkî ya Federal di sala 2019’an de rêjeya nifûsê nêzî 200 hezar zêde bû û gihişte 83 milyon û 200 hezarî.

Li gorî texmînên Odeya Îstatîstîkî a Federal di sala 2019’an li gorî sala borî di aliyê jidayikbûnê de hinek din rêje zêdetir bûye. Sala borî tê texmînkirin ku di navbera 770 heta 790 hezar zarok hatine dinê, her wia 920 heta 940 zarok jî mirine. Di navbera jidayikbûn û mirinê de texmînî 130 hezar heta 170 hezar kes hene.

Rêjeya zêdebûna nifûsa Elmanya jî ji ber pêlên koçberiyê yên salên dûr û dirêj a ber bi Elmanyayê bû.