Polîtîkayên şer ên Erdogan gel birçî kir

Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku derfetên Tirkiyeyê hemû li şer xerc kir, gel birçî hişt. Ji ber krîza aboriyê û xizaniyê mirov li ser sergo li xwarinê digerin.

Polîtîkayên şer ên desthilatdariya AKP-MHP'ê aboriya Tirkiyeyê aniye ber têkçûnê. Li Tirkiyeyê ku gel di nava birçîbûnê de ye, desthilatdariya AKP-MHP'ê bacên gel li şer û qesrê xerc dike. Li vî welatê ku xizanî û birçîbûn lê zêde dibe, sînorê birçîbûnê ji 8 hezar û 130 TL'yî gihîşt 26 hezar û 483 TL'yî. Ji ber krîza aboriyê di serî de madeyên xurekê hemû made ji sedî 300 heta ji sedî 500'î buıhayên xwe zêde bûye. Bi milyonan mirov li Tirkiyeyê bêkar in û enflasyon jî gihîştiye ji sedî 140'î ya salane. Bi milyonan mirov ji ber krîza aboriyê nikarin nan jî peyda bikin. Di rewşeek bi vî rengî de lêçûna rojane ya qesra Serokkomarê Tir Tayyîp Erdogan 18 milyon TL ye. Lêçûna qesrê ya salane jî 6.6 milyar TL'ye.

JI SER SERGO XWARINÊ KOM DIKE

Kadîr Basût ê 60 salî ji ber ku hatineyeke xwe nîne, neçar dimîne ku ji ser sergo xwarinê kom bike û bi vî rengî malbata xwe xwedî bike. Basût anî ziman ku ji ber krîza aboriyê û bêkariyê nikare li malbata xwe binere û wiha axivî: "Em xizanin, hatineyeke me nîne. Ji ber ku pereyê min nîne, ez ji neçarî li nava sergoyê bazarê xwarinê kom dikim. Tiştên li vir kom dikim jî dibim malê. Em hewl didin bi madeyên ji vir kom dikin bijîn. Ne karek heye, ne jî hatine. Mirov di vê rewşê de wê çawa bijîn.

Krîzê bi taybetî bandor li Wanê kir. Ti hatineyeke herêma me tune ye. Gelek mirovên mîna min hene. Ez jî ji neçarî ji ser sergo pîvan, patat û firingiyan kom dikim. Pereyê min tune ye ku van bikirim. Em hewl didin bi vî rengî bijîn. Eger hatineyeke min hebûya min jî dixwest madeyên teze û paqij bibim malê, lê belê di van şert û mercan de nepêkan e."

NANÊ KEVN DIKIRIM

Aydin Kirik jî bi salane bêkar e, dibêje ku nikare kar bibîne. Kirik anî ziman ku beriya krîza aboriyê dikarîbû bi hêsanî kar bidîta, lê belê bi krîzê re derfetên kar nema ye û got, "Berpirsyarê vê jî kesên niha li desthilatdariyê ne. Em kirin muhtacê nanê tizî Bi mehan e nikarim nanê teze bibim mala xwe. Buhayê nanekî bûye 4 TL. Ez jî ji ber ku nikarim nanê teze bibim malê, serê sibehê nanê kevn ji firinan kom dikim. Buhayê nanê kevn jî 2 TL ye. Pereyê min têra wê dike. Bi mehan e goşt li mala me nehatiye xwarin. Bi vî halî çawa dikarim goşt bikirim. Pereyê ku pê goşt bikim nîne. Fêkî û zebzeyan jî tenê li ser sergoyê bazarê kom dikim. Em mirovên xizan di vê rewşê de ne, lê yên me bi rê ve dibin kêfê dikin."