Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca Cejna Êzî pîroz kir

Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca Cejna Êzî li civaka Êzidiyan û li temamî mirovahiyê pîroz kir.

Parlementera HDP’ê Feleknas Ûca bi peyameke nivîskî Cejna Êzî pîroz kir.

Di peyamê de ev tişt hate diyarkirin:

“Cejna Êzî ya civaka Êzidiyên ku di dîrokê de her tim bi sirgûn û komkujiyan re rûbirû hatine hîştin, pîroz û bimbarek be. Diayên wan qebûl bibe! Cejna Êzî nirxeke olî û civakî ya Êzidiyan e. Cejn ji bo hemû baweriyan pîroz in, Cejna Êzî jî yek ji wan e ku bi hezaran salan e ji aliyê Êzidiyan ve tê pîrozkirin. 

Êzidî di îbadetên xwe de pêşiyê ji bo 72 miletan dûre jî ji bo xwe diayan dikin. Civaka Êzidiyan li gor baweriya xwe ji tundiyê dûr disekinin. Êzidî ji ber ku Kurd in jî heta niha 74 caran bi qirkirinê re rûbirû hatine hiştin û herî dawî jî li Şingalê ji aliyê DAIŞ’ê ve komkujiyek hat pêkanîn û bi hezaran jin hatin revandin û hîn jî aqubeta wan nayê zanîn.

Ev komkujî ji aliyê dewletên Ewropî ve hat naskirin, lê Tirkiyeyê hîn jî ev komkujî nas nekiriye. Li Almanyayê endamekî DAIŞ’ê ji ber komkujiya Êzidiyan hat darizandin, lê li Tirkiyeyê endamên DAIŞ’ê jinan direvînin lê bi awayekî adilane nayên darizandin jî. Fermandarên DAIŞ’ê li Enqereyê dijîn, lê derbarê wan de tu lêpirsîn nayên vekirin û îzehet jî nayê kirin.  Gelek caran me li Meclisê jî pirsî lê tu bersiv nehat dayîn. 

Ligel sirgûnî û komkujiyan, li Şingalê civaka Êzidiyan îro hewl dide ku ji xwe re jiyaneke nû ava bike. Tu xetere û gefeke wan li ser Tirkiyeyê tuneye lê ew her tim rastî êrişên Tirkiyeyê tên. Êriş li meclisên gel, nexweşxane û dibistanan tên kirin û kesên sivîl dibin hedef. Di van rojên pîroz û bimbarek de jî Êzidiyên ku rojiyê digirin, ligel zarokên xwe bi bombebaranan tên qetilkirin. Komkujiya ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de li Şingalê pêk anîbû, niha tê dubarekirin. Çawa ku li Şingalê jin û keç hatin revandin û kuştin, niha jî ew êriş bi heman awayî ji aliyê cîhadîstên ku Tirkiye piştgiriya wan dike li Efrînê tên berdewamkirin.  

Civaka Êzidiyan ji ber ku her tim rastî komkujiyan hatiye, îro mafê wan ê xweparastinê heye û daxwaza wan a xweseriyê daxwazeke rewa ye. Lê ji ber ku ew xwe diparêzin, îro rastî êrişan tên, tên kuştin û sirgûnkirin. Banga min li temamî gelê me, mîrovahî û welatên Ewropayê ye ku li dijî van êrişan bêdeng û bêbertek nemînin. 

Civaka Êzidiyan îsal û di van salên dawî de rastî gelek êrişan hatin, ji ber wê jî Cejna Êzî bi dilekî xemgîn pîroz dikin. Lê ez hêvî dikim ku siberojê em bi hev re vê cejnê bi dilekî şad, bi hêvî û bi coşeke mezin pîroz bikin. Hêvî dikim Cejna Êzî ji bo hemû mirovahiyê bibe wesîleya aştî û aramiyê. Bi hêviya ku hemû jinên dîlgirtî yên di destê DAIŞ’ê de rizgar bibin, Cejna Êzî pîroz û bimbarek be! “