NY’yê hişyarî ji bo zêdebûna germahiya sala 2023’yan kir

Neteweyên Yekbûyî, hişyar kir ku ji ber El Nînoyê ku bûyereke xwezayî ye, sala 2023’yan divê cîhan amadeyê germahiyeke nedîtî be.

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (WMO) ku girêdayê NY’yê ye, bal kişand ser wê yekê ku wê îsal El Nîno çêbibe û hişyar kir ku ji ber vê yekê dibe ku germahiyeke tu sal nehatiye dîtin, çêbibe.

Pêşbîniya WMO’yê ew e ku heta bi dawiya meha Tîrmehê ji sedî 60 û heta bi dawiya Îlonê ji sedî 80 dibe ku El Nîno çêbibe.

Ji ber qewimîna El Nînoyê ku bûyereke xwezayî ye, li hin herêmên cîhanê germahî û hişkesalî zêde dibin, li hin herêman jî şilî zêde dibare.

Serokê WMO’yê Petterî Taalas, bi daxuyaniyekê hişyar kir ku wê ji ber çêbûna El Nînoyê, di germbûna kûreyî de wê rê li ber lûtkeyeke nû vebibe û dibe ku germahiyeke tu sal nehatiye dîtin bibe û diyar kir ku divê cîhan xwe amadeyê çêbûna El Nînoyê bike.

WMO’yê her wiha destnîşan kir ku ji bo parastina gelên herî pir rû bi rûyê gefa El Nînoyê ne, divê pergalên hişyarkirinê yên beriya çêbûna El Nînoyê bên avakirin.

El Nîno, bi giştî li başûrê Emerîkaya Başûr, li başûrê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, Kevana Efrîkayê û hin herêmên Asyaya Navîn dibe sedema barîna şiliyê, li Awûstralya, Endonezya û hin herêmên Başûrê Asyayê jî rê li ber hişkesaliyê vedike.