Nîvê saziyên tendirustiyê ji berhemên hîjyenê yên bingehîn bêpar in

NY‘ê diyar kir ku nîvê saziyên tendirustiyê yên li cîhanê ji berhemên hîjyenê yên bingehîn bêpar in û hişyarî kir ku 4 milyar kes rû bi rûyê rîska enfeksiyona zêde ne.

Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê (WHO) û saziya zarokan UNICEF ên girêdayê Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kirin ku nîvê saziyên tendirustiyê yên li cîhanê ji berhemên hîjyenê yên bingehîn bêpar in.

Hat destnîşankirin ku di odeyên nexweş tê de derman dibin û tiwaletan de av, sabûn ya jî dezenfektana destan nîn in. Saziyên NY’yê anî ziman ku ev dezgehên tendurustiyê ji aliyê 3,85 milyar kesan ve tên bikaranîn û rû bi rûyê xeteriya enfeksiyona zêde ne.

Maira Neîra ya berpirsa tendurustiya gel û jîngehê got: “Hebûna hîjyenê li tesîsên tendirustiyê û pêkanînên nabe ku bên niqaşkirin.“

Di rapora ji daneyên li 40 welatan hatine wergirtin de, îşaret bi wê yekê hat kirin ku ji aliyê saziyên tendirustiyê ve rewş li ber lêdana alarmê ye.

Li gor raporê ji sedî 68’yê saziyên tendirustiyê alav û amûrên xwe yên hîjyenê hene, di tiwaletên ji sedî 65’ê saziyan de cihê av, sabûn û şûştina dest heye. Lê di ji sedî 51’ê van saziyan de her du jî hene. Di ji sedî 9’ê saziyan de her du jî nîn in.

Naylor anî ziman ku nexweşxaneyên ava wan a paqij, xizmeta wan hîjyena bingehîn nîn in, ji bo ducanî, sebiyên nûçêbûyî û zaroakan kemînên potansiyel ên mirinê ne.

Li gor rayedarê UNICEF’yê her sal 670 hezar zarokên nû çêdibin ji ber sepsîsê jiyana xwe ji dest didin.

Di raporê de bal kişandin li ser tesîsên bin Sahrayê yên li Efrîkayê ji paş re mane, di ji sedî 37’ê tiwaletên wan de cihê sabûn û av û şûştina dest heye.