Metirsiya ziwatiyê ya li ser herêma Serhedê mezin dibe

Li herêma Serhedê îsal berfê kêm lê kir. Vê yekê cotkar, komeleyên hawirdorê û aktîvîstên ekolojiyê xiste nava fikaran.

Herêma Serhedê salê 6 mehan zivistan e û gelekî berf lê dide. Lê belê îsal berfê lê nekiriye ku ev yek jî bûye cihê fikaran. Li vê herêmê ku çandinî û sewalkarî çavkaniya debarê ye, ji ber kêmaniya barîna berfê gelek bendav, gol û çem ziwa bûn. Demsala zivistanê germ û bêberf derbas dibe. Ev yek jî ji bo hawirdorparêzan, komeleyên hawirdorê û xelkê herêmê cihê fikarane.

Aktîvîstê ekolojiyê Fatîh Şahîn bi bîr xist ku her sal li herêma Serhedê ji ber berfê rê têne girtin, çûn û hatina li gund û gundikan pêk nayê. Şahîn anî ziman ku salên derbasbûyî rêya navçeya Miksê 8 mehan girtî diman, li Bedlîsê bi qasî dîrekên ceyranê berf bilind dibû; rêya bejahî ya navbera Colemêrg û Wanê ji ber metirsiya aşûtê dihate girtin. Şahîn diyar kir ku ji bo bajarên herêmê berf bereket e û got, "Salên dawî berf û baran li herêma me kêm bariya. Demsal ziwa derbas dibe. Ev ziwatî bandoreke neyînî li tevahiya jiyanê dike. Herêma Serhedê ku ji aliyê cûreyên nebatan ve gleekî dewlemend e, ev dewlemendiya wê ji ber berf û baranê ye. Berfa li çiyê mîna bendaveke xwezayî ye. Bi emîsyonê re hêdî hêdî dihele û kaniyan û rezervên avê yên binê erdê dadigire, bi çem jiyanê dide gelek qadan. Mirovên li vê herêmê karên çandinî û sewalkariyê dikin, jiyana xwe bi vî rengî dewam dikin."

BANDORÊ LI ÇANDINÎ Û SEWALKARIYÊ DIKE

Şahîn ragihand ku kêmbûna berf û baranê wê zerareke gelekî mezin li sektora çandinî û sewalkariyê bike û got, "Ji ber ziwatiyê çandinî kêm bûye. Ji ber ku bandorê li çêrgehan dike, berhemên goşt û şîr ên sewalkariyê jî kêm bûne. Ji ber ziwatiyê gelek gundî neçar man sewalên xwe bifiroşin. Mixabin kêmbûna qadên şil û avê, bandoreke welê kir ku cihêrengiya biyo kêm dibe."

ŞER JÎ ZERARÊ DIDE XWEZAYÊ

Şahîn diyar kir ku polîtîkayên şaş ên hawirdorê û mejiyê şer zerareke mezin dane herêma Serhedê û got, "Ev polîtîka bandorê li zindiyên li herêmê dike. Çêkirina bendavan dibe sedem ku germahî zêde bibe û berf zû bihele. Ji ber germahiya global asta ava li çem ji sedî 70 kêm bûye, Santralên Hîdro Elektrîk (HES) ên li ser çeman jî avê li cih dihêle û ev jî dibe sedem ku hin zindiyên li nava avê bimirin. Daristanên ji ber polîtîkayên şer têne şewitandin, bendavên ji bo armancên ewlekariyê bandoreke mezin li germahiya global dikin. Çêkirina avahiyan bi mîmariya şaş, avahiyên bi cam, sondajên bi nezantî têne kirin, maden, kanên xîz û kevir, wesayitên karbonê belav dikin, febrîqeyên bê fîltre, bêperwedeyî xisareke mezin li vê erdnîgariyê dikin. Li Deşta Mûşê, Çiyayê Agirî, Çiyayê Sîpanê, Çiyayê Cîlo berf kêm bûye. Li Îdir, Qers, Colemêrgê cihêrengiya nebatan kêm dibe. Ziwatî bandoreke giran li Gola Wanê, Gola Erçekê dike."

DIJMINÊ XWEZAYA HERÊMÊ

Berdevkê Platforma Ekolojiyê ya Zîlanê Mîr Bahattîn Demîr anî ziman ku qadên şil ên li herêmê ji sedî 40'î di nava 20 salan de tune bûne û bal kişand ser polîtîkayên dijminatiyê. Demîr diyar kir ku bêyî ÇED, bê destûr kanên madenê têne nekirin û got, "Li gelek deveran, bêyî raporên ekolojîk ên zanistî û nirxandina daneyan, polîtîkayên têkbirina faûna û flora herêmê têne meşandin.  Mînak Gola Wanê û derdora wê ji aliyê cûreyên endemîk ve yek ji deverên herî dewlemend e, lê belê ji aliyê şaredariyên qeyûm ve hatiye gemarîkirin. Dem têrê nake ku mirov qala detayên wê bikin."

EKO QIRKIRIN BILA WEKE SÛCÊ ŞER Û QIRKIRINÊ BÊ DÎTIN

Demîr bi dewamî got, "Li Wan/Erdîşê em bi cotkaran re rûniştin ku genim diçandin. Li gorî gotinên cotkaran, zeviyên genim ên payîzê têne çandin, dema ku berf bibare di binê berfê de bêyî ku qeşa bigire digihêje biharê û biharê şîn dibe. Ji ber berf û baran nîne, genim ji tîna hişk dibe. Ya rast bi vê yekê pênaseya krîza avhewayê dikirin.

Parêzvanên jiyanê di nava lêgerîneke mezin de 'Konferansa Yekîtiyên Ekolojî ya Qanûna Eko qirkirinê' lidar xistin. Ji bo eko qirkirin weke sûcê şer, sûcê qirkirinê bibe sûcê 5'emîn ê Destûra Bingehîn, kar destpê kiriye."