'Mala gel veguheriye wargeha dizan û madeyên hişberiyê'

Li taxa Kaynartepê ya navçeya Baglar a Amedê, ji ber xemsariya Şaredariya Baglarê mala gel veguheriye wargeha kesên madeyên hişberiyê bikartînin û cihê dizan. 

Li taxa Kaynartepeyê ya navçeya Baglar a Amedê, mala gel di sala 2014’an de ji aliyê Şaredariya DBP’ê ve hate avakirin û kete dibin xizmeta gel de. Lê belê piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate kirin û di hilbijartinên 31’ê Adarê de Şaredariya Baglarê hate xespkirin milkên şaredariyê parsel parsel hatin firotin û gelek malên gel jî bê ku lê bên nêrin ji bo kesên madeyên hişberiyê bikartînin û dizan bûn wargeh. Yek ji van jî Mala Gel ya Kaynartepe ye. Mala gel ji hêla dizan ve hatiye şelandin û niha jî bûye wargeha kesên madeyên hişberiyê bikartînin.

 

‘BÛYE HÊLÎNA DIZAN Û KESÊN MADEYÊN HIŞBERIYÊ BIKARTÎNIN’

Endamê Meclîsa Şaredariya Baglarê yê ku li cihê wî qeyûm hate tayînkirin Zekî Kanay der barê mijarê de ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku mala gel ya Kaynartepeyê di sala 2014’an de ji aliyê Şaredariya DBP’ê ve hate çêkirin û got: “DBP’ê ev avahî weke pêwîstiya taxê dîtibû û ava kir. Di hindirê avahiyê hemû alav hebûn û di xizmeta gel de bû. Lê belê ji roja Şaredariya Baglarê hatiye xespkirin heta roja îro avahî bûye hêlina dizan û kesên madeyên hişberiyê bikartînin. Hemû alavên mala gel hatine dizîn. Ji ber ku şaredarî xwedê lêdernakeve bûye hêlina dizan û kesên amdeyên hişberiyê bikartînin.”

‘MILKÊ BAGLARÊ PARSEL PARSEL LI HEVKARÊN XWE BELAV DIKIN’

Kanay da zanîn ku berî ji kar were girtin wî çendîn cara rapora lêkolînê daye şaredariyê û got: “Piştî ku min rapor radestî şaredariyê kir, li dewsa min qeyûm hate tayînkirin. Ji wê rojê heta niha ti lêkolîn li ser mala gel nehatiye kirin û bi qedera wê re rû bi rû maye. Berî çend rojan dîsan ez li şaredariyê geriyam û min der barê rewşa mala gel de agahî dan. Lê belê ji bo min gotin, ‘em li ser rewşê radiwestin’ lê belê bi ti awayî şaredarî li ser vê mijare ne rawestiyayî ye. Ez li dayreya îdarê geriyam gotin, ‘ev yek min eleqeder nake û ne girêdayî min’. Eger demildest mala gel neyê restore kirin wê avahî ji binî bê hilweşandin. Hemû hesinên di nava ban û diwarî de ji hêla dizan ve hatine dizîn. Tenê karê şaredariyê jî wêrankirin û talankirina milkê Baglarê ye. Hemû milkê Baglarê ji bo alîgirên xwe parsel parsel belav kirine.”