Li Swîsreyê ji bo avhewayê 500 kîlometre bi bisiklêtê rê çûn

Bi dehan rêxistinên derdorparêz di çarçoveya kampanyaya 27’ê Tebaxê dayî destpêkirin, komeke aktivîstên derdorparêz, 500 kêlometre bi bisîklêtê xwe gihandin Stockholmê.

Rêxistinên derdorparêz, ev du hefteye paytexta Swîsreyê Stockholm, bajarên Lysekîl û Goteborg vegerandin qadên çalakiyan.

Rêxistina derdorparêz a bi navê Îsyana Windabûnê (Extîncîon Rebellîon), li paytexta Swîsreyê Stockholmê bi daxwaza parastina derdor çalakiyek lidar xistin.

Endamên rêxistina Extîncîon Rebellîon ên ku roja 27’ê Gulanê li navenda navçeyî ya Stockholmê hatin gel hev, çalakiya ku çar rojan dom bike destpê kirin.

Koroya ku ji jin û zilaman pêk dihat, stranên ku bala gel bikişînin li ser encamên guherîna avhewayê li Qada Hotorget a navenda bajêr strandin. Koma ku demekê ji navenda bajêr tur geriyan, ji serî heta binî cilên sor li xwe kirin û bi giştî ji jinan pêk dihat, hatin qada Red Rebels û bi endamên koroyê re çalakiyek lidar xistin.

JI BO HER TIŞTA KU DIJÎ, ÎSYAN

Di çalakiya li ser rêya herî mezin a avahiya Şaredariya Stockholmê lidar xistîn de, bi dirûşma, “Ji bo her tişta ku jiyan dike, îsyan” rê li ber derbasbûna wesayîtan girtin.

Aktîvîstan li ser pira herî girîng a navenda Stockholmê çalakiyên rûniştinê kirin. Polîsan çalakgerên ku derbasbûna wesayîtan asteng dikirin ji pirê dûr xistin. Endamên Extîncîon Rebellîon, li ber avahiya parlementoyê jî çalakî kirin. Nêzî 40 aktîvîstan xwe bi tutkalê bi avahiya parlementoyê ve zeliqandin.

Çalakgerên ku duh di seatên êvarî de li semta Skarholmena Stockholmê hatin gelhev û ber bi Stasyona Metro ya Hornstull ya li navenda navçeyê ve meşiyan. Endamên koma SSU a rêxistina ciwanên Partiya Karkerên Sosyal Demokrat, nobed îro dewrî Frîdays for Future kirin. Du endamên komê Sofîa û Andreas, ji Horstullê li gel meşa bisiklêtan a rêya 4,3 kîlometreyî bezîn hetan hatin Wezareta Derdor a li navenda navçeyî ya Stockholmê.

Nameya ku ji bo tedbîrên parastina derdor radestî Alîkara Serokwezîr û Wezîra Derdor Isabella Lovîn kirin. Di nameyê de xwestin ku li dijî hewdanên hikumetê yên ji bo mezinkirina rafîneya li navçeya Lysekîl a Preemînê jî derbikevin.

TIŞTÊN KU TÊN AVÊTIN LI HER ALIYÊ CÎHANÊ ZIYANÊ DIDIN MIROVAN

Ji bisiklêtvanan Cîlla Holm a ku di derbarê çalakiyan de ji ANF’ê re axivî, got ku çalakiyên ji bo derdor hefteya borî li Lysekîlê despê kir û di nava 2 hefteyan de nêzî 10 rêxistinên derdor li cihên cuda yên Swîsreyê ji bo parastina avhewayê çalakî lidar xistin e.

Diyar kirin ku wê nameya bi daxwazên kesên derdor yên li Lysekîlê, roja 27’ê Tebaxê birê ketine û piştî ji nêzî 20 navçeyan derbas kirin, wê îro radestî Alîkara Serokwezîr û Wezîra Derdor Isabella Lovîn bikin.

Holm anî ziman ku Preemîn kargeha herî zêde ku li Swîsreyê gazê belav dike ye û got: “Tevî daxwaza qedexeya Peymana Parîsê jî kargeh rezemeniyê ji bo şewitîna fosîlan xwec dike. Dadgeha Zevî û Derdor, ji bo mezinkirina tesîsên Preemê erê kir. Kargeh dibêje ku em vî karî nekin wê hinek din bikin. Em hemû li heman gerekstêrkê dijîn û gaza ku ji rafîneyan derdikeve kî/ê li kûdera cîhanê bijî, bila bijî, ziyanê dide her kesê. Ti mentiqeke yê vî karî nîne.”

Holm Anî ziman ku hinek mirov bermahiyên ji ber kargehên wan diçin ji nedîtî ve tê, doxtor, parêzer, hemşîre jî di nav de gelek kes ne tenê ji ber xwe difikirin, heman demê zarok û neviyên xwe jî difikirin, ji bo wê di nava tevgerên derdorparêz de cih digirin.

DIVÊ BERÊ XWE BIDIN ENERJIYA TÊN NÛKIRIN

Li ser pirsa bê ka helwesta hikûmeta Swêd a li hember Peremê çawa hata pêşwazîkirin Holm ev got:

“Ez li bendê me ku hikumet baldar tevbigere û wê ji bo planên befirehkirina tesîsên Preemê bêje na. Niha şensê hikumetê ji bo kirina vê heye. Ez dizanim ku kirîna tiştek wisa ya hikumetê ne asan e û wê rastî gelek zehmetiyan bê. Lê dema vê bike wê gel di rêjeyek zêde de piştgiriyê hikumetê bike. Îro rojnamegeran jî meqaleyên pir baş ên parastina derdor weşandin. Pêwîste ku em berê xwe bidin enerjiyên tên nûkirin. Mirovên zanistî yên ku lêkolînên deryayî dikin li dijî çêkirina rafîneyên bi modela kevin derdikevin.”

Derdorvanên ku name radestî Wezîrê Derdor û Arîkara Serokwezîr Isabella Lovîn kirin, çalakiyên xwe bi gotinên stranan bi dawî kirin.