Li Portekîzê şewata daristanan

Li Portekîzê li gor texmînan îsal 104 hezar hektar qad şewîtiye.

Li gora rapora dawîn a Enstîtuya Parastina Xwezayê û Daristanan ku saziyeke dewletê ye, ji sala 2022’yan heta bi 15’ê Tebaxê li Portekîzê 12 caran kêmê nîvekiya 10 salên dawîn agir bi daristanan ketiye lê zêdeyê ji sedî 30 qad tune kiriye.

Hat diyarkirin ku ji serê salê heta bi niha nêzîkê 104 hektar cih şewitiye. Ji niha ve sala 2022’yan ji şewatên kujende yên sala 2017’an heta bi niha bûye sala ku herî pir agir bi daristanan ketiye. 

Îsal şewata herî giring li parka xwezayê Serra da Esrala ya wek mîrateya UNESCO’yê hat qeydkirin çêbû. Li vê derê zêdeyê 25 hezar hektar daristan di nav 11 rojan de şewitî.

Ji roja Duşemê heta bi niha Yewnanistanê ji bo alîkariyê du balafirên vemirandina agir şandine ji Portekizê re.

Piştî germahiya li piraniya welêt ket, hikûmetê ragihand ku ew ê rewşa lezgîn ku wê heta bi êvara Sêşemiyê dewam bike, dirêj neke.