Li Kirmaşanê erd hejiya

Li bajarokê Qesrêşîrîn a Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 4,7 erd hejiya. Li gorî agahiyan 4 kes birîndar bûne.

Li bajarokê Qesrêşîrîn a Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê di saetên sibê de bi pileya 4,7 erd hejiya. Hate ragihandin ku 2 erdhej li ser hev pêk hatine.

Li gorî agahiyan heta niha 4 kes birîndar bûne.

Di şeva 28’ê Çileyê bi mezinahiya 5,9 pileyî li Xoyê herêma Ûrmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê erd hejiyabû. Li gorî agahiyên hatin stendin, hejmara birîndarên erdheja Xoyê zêdetirî 800 kesî ne. Di encama erdhejê de heta niha zêdetirî 7 kesî jî jiyana xwe ji dest dabûn. Hikûmeta Îranê ti alîkariyê bi mexdûrên erdhejê re nakin û bi sedan malbat li derve li ber sir û seqemê ne.