Li Inglistanê hêjmara kesên li kolanan dimînin sedî 26 zêde bûye

Hate ragihandin ku di sala 2022’an de li Inglistanê hejmara bêmalan ji sedî 26 zêde bûye.

Li gorî daneyên jimartina salane ya hikûmetê, par li Inglistanê 3 hezar û 69 kes li kolanan diman. Jimartin her sal li gorî şeveke tê kirin.

Li gorî sala borî, hejmara bêmalên ku li kolanan dimînin di sala 2022’an de ji sedî 26 zêde bûye.

Di dema şewba Covîd-19 û tedbîrên mayina li mal de, rayedaran ji bo bi cih kirina demkî ya kesên bêmal dirav veqantibû.

Rêxistina sivîl Homeless Lînk ku alîkariya bêmaldan dike, par zêdebûna hejmara kesên li kolanan dimînin weke ‘biserneketina kolektif’ bi nav kir.

Zêdenûna hejmara kesên li kolanan dimînin, li hemû herêmên Inglistanê hate çavdêrî kirin. Lê bi taybet li paytext London ku weke yek ji bajarên herî dewlemend a cîhanê tê dîtin, ji sedî 34 zêde bû û derkt 858 kesan.