Li Hollandayê metirsiya şewba çûkan

Li Hollandayê şewba çûkan a ku bi tu awayî nayê rawestandin, di nava cotkaran de dibe sedema zêdebûna fikarê.

Di van mehên havînê de bi milyonan mirîşk û qaz hatin îmhakitin û cotkaran got ku rêya xelasiyê sektorê bi derziyekê ye.

Ji ber ku şewb li seranserê parzemînê belav dibe tirsa cotkaran ew e ku çewlikên heywanên bi per û bask bên girtin. Li Hollandayê heta niha, ji ber şewbê zêdeyî 3,7 milyon mirîşk û qaz hatine îmhakirin.

Li Fransayê ku di aliyê xwedîkirina qazan de bi nav û deng e, 16 milyon heywanên bi per û bask ên çewlikan hatine tunekirin. Hikûmeta Fransayê got ku dahata cotkaran weke “malek a ji kaxezên lîstikê” hilweşiyaye.

Di destpêka van salan de Wezîrê Jîngeh ê Hollandayê Henk Staghoûwer, qebûl kir ku li welatekî ku rêjeya avê ji sedî 19’e de, xilasbûna ji şewba çûkan ne pêkan e. 

Ji Cotmehta 2021’an û vir ve, li welat 66 şewb belav bûne. Piştî 10 hefteyan ev hejmar daket 77’an.

Di rapora hikûmeta Hollandayê de hat pêşniyarkirin ku li herêmên nêzî avê bila çewlikên xwedîkirina heywanên kedî yên bi per û bask bê qedexekirin. Ev yek bû sedema gengeşiyek a mezin.

Pisporê şewba çûkan Dr. Nancy Beeren ê nirxandina mînakên şewba çûkan û pêşniyazan li hikûmeta Hollandayê dike wiha got: “Her sal nebûya jî carinan Zivistanê şewb belav dibûn, lê em niha dibînin ku vîrus di mehên havînê de tevahiya salê heye.”

Li gorî mirovên zanyar şewb, bi çûkên biyanî yên ji Sîbîryayê koç dikin, tê Hollandayê. Li welat şewba çûkan zêde bûye, ev jî nîşan dide ku şewba çûkan li Hollandayê bûye pirsgirêkek a herêmî.

Cotkar dixwazin ku xebatên derzîkirina heywanên bi per û bask zêde bibe.