Li herêmê xweza tê qirkirin

Serokê Komeleya Derdorê ya Wanê (ÇEV-DER) Alî Kalçik diyar kir li Kurdistanê hemû benav, maden, rê, dîwar û her tişt bi hinceta ‘ewlekariyê’ tê kirin û bal kişand ser vî tiştî ku hemû jî bêhiqûqî ne.

Serokê ÇEV-DER’ê Alî Kalçik diyar kir ku di salên dawîn de li serê her çiyayî, gelî û pêşiya avê HES û bendav tên çêkirin û bal kişand ser vî tiştî ku armanca van tiştan ne enerjî û pêşketina herêmê ye, armanca van tiştan ewlekarî ye.

Komeleyên hawirdorê û ekolojîst derbarê qirkirina ekolojîk a ku desthilatdariya AKP û MHP’ê li Bakurê Kurdistanê dikin ji ANF’ê re axivîn.

Çalakvanê hawirdorê Şahîn Înan bal kişand ser qirkirina li ser esasê şer û rantê û got “Bi HES’an re çop tevlî çeman dibin û ev jî jiyana xwezayê tîne asteke xerab. Di ava qirêj de rêjeya oksîjenê kêm dibe û bi vê re zindiyên di nav avê de dimirin. Mixabin li ber çavê me xweza tê qirkirin. Nêta sereke ya vê qirkirinê ev e ku jîngehên mirovan bêyî zindî tê hiştin. Li cihê ku jiyana xwezayî û zindî tune, ne mumkun e ku însan jî bijîn. Bi vî awayî dixwazin herêmê bêyî mirov bihêlin. Ji xeynî şîrketên Tirk şîrketên biyanî li herêmê ne. Bi taybetî Geliyê Zîlan li gelek herêman HES û bendav tên çêkirin û madenên zêr, krom û mermerê tê vekirin.”

Berdevkê Zîlan Ekolojiyê Mîr Bahattîn Demîr jî diyar kir li herêmê çemek nemaye ku nehatiye qirêjkirin û bal kişand ser vî tiştî ku ekosîstem bûye hedefa feraseta qirêj û got “A niha li herêmê projeyên HES û ocaxên Mermerê heye lê haya me ji gelek projeyan jî tune. Tevî bendavên Koçkopru û Morgedîkê, kapasîteya herduyan jî hatiye zêdekirin û trîbunên HES’ê hatine avakirin. Qirkirina xwezayê kirine tiştekî sîstematîk. Feraseta rantê jî serwer e.

Zîlan yek ji çemê herî mezin e ku diherika Gola Wanê û sê masiyên endemîk tê de hene. Bi derfeyên ku ji bo pêşiya deterjan, laxim û maddeyên kîmyewî bigirim min bîrên foseptîkê çêkir û  min tevkarî li xweza û çemê Zîlanê kir. Li ser çem ocaxek hate vekirin dema baran dibare metalên giran dikevin çem. Ji bo parastina bîrên kirêcê û hemama di dema Romayê de hatiye vekirin, ji bo parastina bermahiyên çandê min îtîraz kir. Ji bo destpêkirina vê ocaxa mermerê qeyyûm tesîsa germavê hilweşand. Hemû delîlên derbarê germavê ji holê hatin rakirin. Dosyeya danasîna rapora ÇED’ê ji gel re nehat vegotin. Peymanên navneteweyî nikarin xala heywan û riwekên divê werin parastin,  bin pê bikin. Ji ber HES û ocaxan Zîlan gelekî qirêjî bû. Ekosîstem tê tunekirin.”

TALAN BI DEMA AKP’Ê RE ZÊDETIR BÛ

Çalakvanê xwezayê Şahabattîn Demîr jî diyar kir di 20 salên dawîn de bi desthilatdariya AKP’ê ve talan zêdetir bûye û got “Li Şirnexê ji aliyê hêzên dewletê ve daristan tên birîn. Ne tesaduf e ku di demên dawîn li Kurdistanê zêdetir bûne. Ev polîtîkaya dewletê ye û desthilatdariya AKP’ê jî vî tiştî pêk tîne. Divê ev wekî qirkirin û hovîtiyê li qada navneteweyî were nîqaşkirin. Dixwazin herêma me ji mirovan xalî bikin. Berê bi pergala cerdevaniyê herêma me ziwa kirin û piştre jî berê xwe dane ekosîstemê.”

XWEZA TÊ QETILKIRIN

Serokê ÇEV-DER’a Wanê Alî Kalçik jî diyar kir li Kurdistanê xweza tê qirkirin û got “Li daristanên Kurdistanê bi milyonan zindî dijîn. Li Kurdistanê bendav, maden, rê û dîwar û her tişt bi hinceta ewlekariyê tê çêkirin. Bi taybetî di demên dawîn de li Colemêrg, Wan û Şirnexê xweza tê qirkirin. Li Şirnexê daristan bi hinceta ewlekariyê tên qirkrin. Tê xwestin li Şirnexê xweza were tunekirin. Li Colemêrgê di salên dawîn de li her çiya û girî ocax hatine vekirin. Li pêşiya her av û çemê HES û bendav tên çêkirin. Armanca van tiştan ne geşkirina ekonomiya herêmê û enerjî ye, armanc ewlekarî ye. Li Colemêrgê erdên gel bi çekê tên desteserkirin. Kesên li dijî vî tiştî derdikevin jî gef li wan tê xwarin û axa wan ji destê wan tê stendin. Li Kurdistanê tu xebat ne li gorî hiqûqê ye. Ev hemû tişt derveyî qanûnan e.”