Li Fransayê reklamên enerjiya fosîlê hate qedexekirin

Li Fransayê ji roja Duşemê û pê ve reklamên enerjiya fosîlê ya şîrketan hate qedexekirin.

Tedbîra têkildarî reklamên enerjiya fosîlê sala 2021'ê di çarçoveya Qanûna Hawirdorê de hatibû qebûlkirin.

Qanûna roja Duşemê kete meriyetê, têkildarî berhemên petrolê, enerjiya ji komirê tê bidestxistin û hîdrojena bi karbon e. Bi vî rengî reklamên ku enerjiya fosîlê teşwîq dike û pêşkêşî bazariyê dike, wê êdî qedexe bin.

Gaz jî wê bi rengekî demkî nekeve ber vê qedexeyê. Bi gotineke din, gaz wê heta 30'ê Hezîrana 2023'an karibe reklama wê bê kirin.