Li DYE'yê şewatên mezin

Li Rojava DYE'yê şewatên pir mezin hene. Li Oreganê nîv milyon kes ji ber şewatê ji cihê wan hatin derxistin. Li Kalîforniya, Oregan û Washîngtonê di 24 saetên dawî de 15 kes mirin.

Li eyaleta Oreganê ji ber şewata ku roja Pêrşembê derketî nîv milyon kes ji herêmê hate derxistin. Aliyê rojava yê welêt di nav şewatên mezin de maye. Rayedarên xwecih diyar dikin di rojên pêş de kesên ku ji ber şewatê mirine belkî zêdetir bibin.

Di nav 24 saetan de li Kalîforniya, Oregan û eyaleta Washîngtonê bi kêmanî 15 kes mirin. Mirov nikare xwe bigihîne hin herêman.

Ekîbên agirkujiyê diyar kirin li Oreganê li 365 hezar hektar qadê şewat hene û ew dijî vê têdikoşin. Li eyaletê bi kêmanî 5 bajar bi rêjeeke zêde şewitîn.

Li rojayêbakur ê Kalîforniyayê şewat li 37 cihan ji Pêrşemê ve didomin, li gorî agirkujan li herêmê 360 hektar qad bû xwelî.

Şewatan xwe gihandin heta bi San Dîagoyê yê li sînorê Meksîkayê. Li gorî waliyê Washîngtonê Jay Inslee nêzî 200 hezar Hektar şewitiye.