Li DMME'yê doza hawirdorê ya bêhempa

Şeş ciwanên li herêmên Portekîzê yên ku ji ber şewatê û pêla zêde ya germê xisareke mezin li wan bûye, li DMME'yê li ber hikumetên Yekîtiya Ewropayê û pênc welatan rabûn.

Ciwanan di Îlona 2020'î de li dijî 27 welatên Yekîtiya Ewropayê û Îngilistan, Swîsre, Norwêc, Rûsya û Tirkiyeyê doz vekirin. Doza li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya li Strasbourgê, mezintirîn doza heta niha ya têkildarî avhewayê ye.

Ciwanên Portekîzî yên ji 11 heta 24 salî ku Tevna Çalakiyê ya Qanûnî ya Global (GLAN) a li Îngilistanê piştgiriya wan dike, biryareke welê dixwazin ku ji aliyê qanûnî ve zorê bide van dewletan ji bo bikevin nava liv û tevgerê.

Eger giliyê wan bê qebûlkirin, hingî li dadgehên neteweyî jî dikare biryar bê dayin ku hikumetên navborî divê asta emîsyona karbondîoksîtê ya ji guhertina avhewayê berpirsyar tê nîşandan ji rewşa heyî hîn zû kêmtir bikin.

Ji ciwanên serî li dadgehê dan Andre Olîveîra diyar kir ku armanca wan ew e, bikin ku hikumetan tişta soz li ser wan dane bi cih bînin.

Di rûniştina destpêkê de Yewnanistanê ragihand ku bingeheke qanûnî ya dozê nîne, parêzerê ku Îngilistanê tesmîl dike jî anî ziman ku encamên guhertina avhewayê 'global' e lê belê parastina berjewendiyên xwediyên serlêdanê di bin erka Portekîzê de ye.

Welatên ku di dozê de têne sûcdarkirin bi zêdeyî 80 parêzerî têne temsîlkirin. Xwediyên serlêdanê jî ji aliyê şeş parêzeran ve têne temsîlkirin.