Li dijî texrîbatên sîstema serdest li xwezayê vedigere

Ciwanê Mexmûrê Medenî Îlhan bi projeyên xwe yên ekolojî û çandiniyê dixwaze ji bo xelkê Mexmûr û ciwanan bibe rêyek lêvegera li çanda ekolojî û xwezayê.

Sîstema kapîtalîst ku dijminê ekonomî û ekolojiyê ye, di roja îro de hatiye astekê ku heta tiştên xwarin û vexwarinê yên bi rêya çandiniyê tên berhemanîn jî ji xwezaya xwe derkevin û bûye sedema krîza tenduristiya civak û mirovahiyê.

Li dijî vê rêbazê berjewendîperest û dijî civak-xweza ya sîstema modernîteya kapîtalîst ciwaneke ji Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ciwanê bi navê Medenî Îlhan bi projeyên xwe yên ekolojî dixwaze ji bo civakê bibe bersiv û di çarçoveya vegera civakê de ya ber bi jiyana xwe ya xwezayî û ekolojîk ve gav davêje.

‘SÎSTEMA SERDEST TEXRÎBATÊN MEZIN LI SER MIROV Û XWEZAYÊ ÇÊKIRIYE’

Îlhan bal kişand ser krîz û kaosên jiyanî ya di roja îro li nav re derbas dibe û got: “Sîstema heyî ya serdest li ser xweza û mirovan texrîbatên pir mezin dane çêkirin. Şînatî û lawirên heyî bi genetîka wan hatine lîstin û şînatiyên bi hormon tên hilberandin. Ev jî bandoreke pir mezin li ser civakê û mirovan dike. Dendikên şînatiyan hatine xirakirin û mirov nikare carek din jê sûdê bigire.”

Ciwanê bi navê Îlhan piştî kete ferqa vê yekê û kete nava lêgerîn û lêkolîna bê ka wê çawa bikare alternatîfek peyda bike û vegere civaka xwezayî. Îlhan giha wê yekê ku ev rewş bandorek pir mezin li ser fîzîk û dîsa jiyana mirovan kiriye, ji bo vê lêkolîn û lêgerînê xwe zêde kir û got: “Mirov ji rewşa xwe ya normal derket, aliyê din ji çandinî û xwezayê dûr xist û li bajaran hatin kom kirin. Bi xwarin û vexwarinên hormon di fîzîka mirov de guherînên pir ecêb derxistin holê. Mirov pir bi kêlo û qelew bûne. Di aliyê fîzîkî, ruh û beden de texrîbatên mezin da çêkirin.”

KOMÎNEK AVA KIR KU BIKEVE NAVA XEBATAN

Îlhan ê di encama lêkolînan de giha wê yekê ku li ber vê rabe û di çarçoveya hêza xwe de bikeve nava kar. Îlhan gava yekem divê komek ava bike û wisa bikeve nava kar û xebatê û wiha domand: “Gava yekem li ser lawir, xweza û şert û mercên avhewayê komînek ji çend kesî da avakirin.”

TENA XWE LI DIJÎ RÊBAZA SÎSTEMA SERDEST XWÊDAN DIRIJÎNE

Ji ber hevalên Îlhan bi karên cuda yên nava civakê ve mijûlin, wî ev bar temamî da ser milê xwe, zend û bendê xwe ji bo vê projê hilda û dest bi kar kir. Îlhan her roj diçe baxçe û kar dike. 

RÊBAZA CIVAKA XWEZAYÎ BERHEMDAR E

Îlhan gava yekem bi rêbaza Permakultir ya yek ji rêbazên herî berhemdar niha li cîhanê kar li ser tê kirin, kete nava kar û ev anî ziman: “Ji ber herêma em lê avhewaya wê hişk e, ji bo şînatiyan pir pêwîstî bi avê heye. Li ser vê rewşê me hinek lêkolîn kir, li gorî avhewayeke wiha em çawa bikarin şînatî û hilberînek pêş bixin. Her wiha avê jî peyda bikin li gorî avhewayeke wiha zuha. Di vê çarçoveyê de me li nava erdê xwe, bi sê rêbazan dest bi çandiniyê kir. A yekem rêbaz asayî her kes dike. A duyemîn rêbaza çalik a yek ji rêbazên li Efrîqa jî tê bikaranîn. Ji ber herêma wan jî zûha ye. Rêbaza din jî di bin nalyon û kartonan de çandina şînatiyan bû. Di encamê de me dît rêbaza çalik a herî serketî bû. Xelkê her roj şînatiyên xwe av dida, me hefteyek 10-15 rojan carek av dida. Ji ber her sê rêbazê me bikar anî, tim çavdêrî kir û li gorî wê çadêriyê encamek wiha derket holê.”

JI XWEZAYÊ DIAFIRÎNE

Medenî Îlhan anî ziman ku wê vê projeya xwe hem weke perwerde demê pêş bi gel re parve bike û dîsa bi rêbaza herî serketî karê xwe bidomîne. Îlhan ji ber peydakirina avê Îlhan bendavek ji axê li nava baxçeyê xwe çêkiriye û dîsa bi bîdonên avê ji bo komkirina avê jî hewz çêkiriye. 

DENDIKÊN XWEZAYÎ KOM KIRIN-ZÊDEKIRIN

Îlhan destnîşan kir ku hemû xebata wan a sala yekem berhevkirina dendikên şînatiyan ên xwezayî zêde bike û biparêz e bû. Îlhan dendikên bîber, belsilk, bacanên sor, bacanên reş, meydanos, pîvaz û gelek cûreyên şînatî û zebzeyan berhevkiribû, çandin dendikên wan dîsa berhev kirine û wê dubare biçîne.”

‘LI SER ESASÊ RAST NÊZÎKBÛNA XWEZA, MIROV Û LAWIRAN, LÊVEGERA XWEZAYÊ YE’

Îlhan daxuyakirin ku armanca wan a ji vê yekê rast nêzîkbûna wan a beramberî xweza, mirov û lawiran e. Îlhan got ku wê projeyên xwe yên bê jî li ser van sê teweran bide meşandin. Îlhan got; “Em dixwazin weke komînekê pêwîstiyên xwe bê ku mihtacî derve bibin, nava xwe hilberînin û belavî nava gel bikin. Zebze û şînatiyên xwarinê ji nava xwe hilberînin. Ji ber ku yên ji derve tên ne bi tendurist in. Ji bo berhem û kara zêde madeyên kîmyewî ku zirarê dide mirov bikar tînin.”

Medenî Îlhan diyar kir ku eleqeya gel û ciwanan ji bo proje û karê wan heye, lê ciwan zêde xwe nadin ber û çavê wan li karkirina derve ye û ev got: “Ji bo vê mijarê jî têkoşîne me heye ku em berê ciwanan bidin projeyên wiha.”

Herî dawî Îlhan destnîşan kir ku armanca wan a esasî lêvegera li xwezayê ye û gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Ya ku me xilas bike, girêdanbûna me ya bi xwezayê re ya rast e’ dawî li gotinên xwe anî.