Li dijî şer û talankirina xwezayê banga tevlêbûna meşa Cûdiyê hat kirin

Saziyên bertek nîşanê hilweşîna ji ber şer û talana ekolojîk dan û bang li hemû derdorên hestyar kirin ku ji bo hilweşandina li Cûdiyê 17’ê Îlonê bi hev re biçin Cizîrê.

Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Îzmîrê, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê, Nûneriya Herêma Egeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), li ser hilweşîna ji ber şer û talana ekolojîk li Îskeleya Karşiyakayê daxuyanî dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de pankartên “Em li ber xerakirina şer û talankirina xwezayê rabin“ û “Li dijî rantê parastina xwezaya xwe bike“ hatin vekirin û dowîzên “Em talanê bi tifaqê rawestînin“,“Em her darê yek bi yek biparêzin“ û “Azadî li dijî talan û qirkirinê“ hatin hildan û bêyî navber dirûşmên ‘’Daristan canê me ne em nadin“, “Darên li Şirnexê ne deriyê rantê ne“, “Ji Akbelenê heta bi Cûdiyê têkoşîn berdewam e“ hatin berzkirin. Partiyên siyasî, sazî û rêxistinên ekolojiyê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.

Li ser navê saziyan Endama Meclîsa Ekolojiyê ya HDP’ê Meltem Işik metinê daxuyaniyê xwend.

EKOSÎSTEM TÊ TUNEKIRIN

Işik diyar kir ku ji bo çêkirina qereqolan bi hinceta ewlehiyê daristan tên şewitandin û wiha got: “Li herêmên Besta, Cûdî û Gabarê yên Şirnexê ji du salan zêdetir e xweza tê talankirin. Bi şewitandina daristanan ekosîstemekê ji holê radikin û daran difiroşin, dikin rant ji bo xwe.“

Işik da zanîn ku ew ê ji bo xwedî derketina li dîrok, çand û xwezayê 17’ê Îlonê Cizîrê bên ba hev û li hemû welatiyan banga têkoşîna bi hev re li dijî tunekirina ekolojîk û talana xwezayê kir.