Li Dêrsimê qirkirina heywanên kovî hate şermezarkirin

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê diyar kir li ser navê ‘nêçîrê’ heywanên kovî tên kuştin û qirkirina heywanên kovî şermezar kir.

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê li ber avahiya Walîtiya Dêrsimê daxuyanî da û kuştina heywanên kovî şermezar kir. Endama Meclisa Partiyê ya Partiya Çep a Kesk Nûrşat Yeşîl li ser navê Platformê daxuyanî xwend. 

Yeşîl diyar kir ku di bin navê 'nêçîrê' de li dijî heywanên kovî qetlîam berdewam dike û got: “Wezareta Çandiniyê û Daristanan her cure zemîna qanûnî bo nêçîrvanên ji derveyî welat temîn dike û vî tiştî bi rêya rêbazên îhaleyê dike. Îro destûra xelkê me nayê dayîn ku biçin war û gundên xwe lê ji bo qetlîama heywanên kovî yên li erdnîgariya me her cure derfet tê temînkirin. Em vê yekê qebûl nakin. Dêrsim yek ji wan erdnîgariyan e ku gelek cureyên zindiyan lê dijîn. Li şûna ku gelek heywanên kovî bên parastin lê her sal ji bo qetilkirina wan destûr tê dayîn. Kuştina zindiyan tê maneya êrişa li dijî bawerî û pîroziyên li herêmê. Di baweriya xelkê Dêrsimê de jiyana her cure zindî û heywanên kovî û rîtuelên çandî pîroz e. Qetlîama di bin navê ‘nêçîriyê’ de tê kirin, êrişa li dijî jiyan, xweza û pîroziyên me ye. Werin em tev bi hev re mafê jiyana zindiyan biparêzin.”