Li cîhanê ji her çar saniye carekê yek ji birçînan jiyana xwe ji dest dide

Rêxistinên civakî yên sivîl diyar kirin ku ji her saniye carekê yek ji birçînan jiyana xwe ji dest dide û bang li rêvebirên cîhanê kirin ku ji bo rawestandina qeyrana birçîbûnê ya cîhanî bikevin nava liv û tevgerê.

Zêdeyî 200 rêxistinên civakî yên sivîl ji bo civîna Lîjneya Giştî ya salane ya NY’ê hatin ba hev û têkildarê birçîbûnê hişyarî dan. Civîna Lîjneya Giştî wê hefteyekê dewam bike.

Di daxuyaniya hevpar a 238 rêxistinên civakî yên sivîl de wiha hate gotin: “Rêxistinên ji 75 welatan ji bo hêrsa xwe ya li dijî birçîmayîna 345 milyon kesan li seranserê cîhanê û zêdebûna du qatî ya birçîbûnê ji sala 2019’an heta niha bînin ziman û pêşniyaran bikin nameya vekirî îmze kirin.“

Mohanna Ahmed Elî ElJabalî, yek ji kesên ku name îmze kir li komeleya li ser navê Yemen Family Care Assocîatîon, wiha got: “Tevî hemû teknolojiyên çandiniyê (…) nabe ku em hêj qala hişkesaliya sedsala 21’emîn bikin.”

Eljabalî got: “Ev ne girêdayê welat yan jî parzemînekê ye û tenê sedemek ê birçîbûnê nîn e. Ev girêdayê bêedaletiya hemû mirovahiyê ye.”

Rêxistinên civakî yên sivîl bertek nîşan dan ku ji her çar saniyan carekê kesek ji birçînan dimire.

Yên name îmze kirine, têkildarê krîza xurekan a di 2016’an de ji aliyê Rêxistina Çandiniyê û Dexil û Dan a NY’ê, Bernameya Dexil û Dan a Cîhanî, Yekîtiya Ewropayê û rêxistinên civakî yên sivîl hatin avakirin, bi daneyên xwe yên di rapora dawîn a meha Îlonê ya Tora Cîhanî de ev tespît kirin.