Li Brukselê bi deh hezaran kes ji bo avhewayê meşiyan

Li Brukselê ya ku paytexta Belçîkayê ye bi deh hezaran kes ji bo avhewayê daketin kolanan.

Sê hefte maye ji civîna avhewayê ya COP26ê re. Koalîsyona Avhewayê ya ku 80 rêxistinên civaka sivîl di nav de cih digirin, li Brukselê meşek organîze kirin.

Hate diyarkirin herî kêm 25 hezar kes tevlî meşê bûne. Di meha Çileyê de jî 70 hezar kes tevlî meşa avhewayê bûbûn.

Meşa li Brukselê li Gare du Nordê dest pê kir û wê heta Parka Cînqûantenaîreyê bidome.