Li Belçîkayê 185 hawîrdorparêz hatin destgîrkirin

Li paytexta Belçîkayê Brûkselê tevgera Extînctîon Rebellîon (Serhildana Tinebûnê)li dijî Hêwana Otomobîlê çalakiya protestoyî kir. 185 çalakger hatin destgîrkirin.

Çalakiya protestoyî Şemiyê çêbû. Tevgera hawîrdorparêz ji bo ku rola sinayiya otomobîlê ya li ser guherîna avûhewayê protesto bike Hêwana Otomobîlê kiribûn hedefa xwe.

Berdevkê berê yê tevgerê û endamê tevgerê Chrîstophe Meîerhand got wan sektora otomobîlê kiriye hedef û diyar kir, ev sektor, ''ji bo ku zêdetir wesayitan bifiroşe derewan dike''. Polîsan êrîş bire ser çalakgeran û 185 kes destgîr kirin.

Çalakgerekî ku rûyê xwe bi rengê reş girtî got,''Shell dikuje'' û li ber standa şîrketa petrolê xwe dirêj kir. Hin çalakgerên din jî bi maskeyên logoyên şîrketan li dora çalakger kom bûn. Her wiha çalakgeran boyax avêtin ser otomobîlekê û dirûşm li ser nivisîn.

Tê payin ku di nav 10 rojan de 500 hezar kes biçe fuara otomobîlan a herî girîng a Belçîkayê.