Li Antartîkayê tebeqeya Ozonê xwe nû dike

Zanyaran ragihandin li tebeqeya Ozonê qula li ser Antartîkayê ber bi girtinê ve diçe û ev bi wan rêgezên jidiyayî ye, ku ji sala 1987'an ve têne bicihanîn.

Li gorî lêkolînekê ya ku di kovara Natureyê de hatî weşandin, pêvajoya tinebûyê ya li tebeqaya Ozonê ya li ser Antartîkayê berevajî dibe. Li gorî lêkolînê li cemsera başûr atmosfer xwe nû dike.

Di lêkolînê de, ku lêkolên DYE û Qenedayî di nav de cih digirin, bal kişandin ser wê ku tebaqeya ku nahêle tîrêjên bi ziyan ên Rojê rasterast xwe berdin cîhanê, dîsa xwe nû dike. Pisporan gotin ev bi Protokola Maontrealê ye, ku sala 1987'an hatibû îmzekirin.

Protokola navborî pêşbîniya wê dikir ku welatên aliyên platformê dawî li wan madeyan bînin ku tebeqeya Ozonê tenik dikin.

Pisporan her wiha gotin heke pêşî li tenikbûna li deverên din ên tebeqeya Ozanê were girtin, wê rê li ber bobeletên sirûştî were girtin, ku li Ewistralyayê bi mehan dom kiribû.