Heta niha zêdeyî 4 hezar kesî ji bo tedawiyê serî li Navenda Tedawiya Madeyên Hişber a Ciwan û Zarokan (ÇEMATEM) dan. Malbat, zarokên xwe ji bo ji narkotîkê rizgar bibin tînin vê navendê. Di nava van zarokan de ên 9-10 salî jî hene. Hejmara zarokên ku narkotîkê bi kar tînin û tedawiyê qebûl nakin, her wiha yên malbatên wan wan naşînin ji bo tedawiyê, nayê zanîn.
Li ÇEMATEM'ê, bi rêya çêkirina wêneyan, hunera destan, muzîk, spor û aktîvîtêyên mîna van, hewl tê dayîn zarok ji narkotîkê werin rizgarkirin û alîkarî ji wan re bê dayîn ku hunera wan bê pêşvebirin. ÇEMATEM di bin sîwana Nexweşxaneya Delwetê ya Selahaddîn Eyyubî de xizmetê dide. Heta niha 4 hezar û 111 nexweşxan ji bo tedawiyê serî li vê navendê dane. ÇEMATEM li vê herêmê, navenda yekane ye ji bo tedawiya nexweşên narkotîkê. Rayedarên navendê dibêjin, malbat bi derengî pê dihesin ku zarokên wan narkotîkê bi kar tînin û hişyariyê didin malbatan ku dema gumaneke biçûk jî bi wan ket, divê yekser alîkariyê ji pisporan bixwazin.
Psîkologekî di mijara narkotîkê de pispor e, di vî warî de hişyariyan dide û dibêje, "Dibe ku zarok salek berê, du sal berê dest bi bikaranîna wê madeyê kiribe. Lê belê piştî sê, çar mehan pê dihese."
ÇEND XALÊN KU DIVÊ BALA MALBATAN LI SER BE
Li gorî psîkolog divê bala malbatan beriya her tiştî li ser van xalan be:
* Di liv û tevgera rojên dawî yên zarok de guhertinek heye?
* Di dersên xwe de serketina wê/î kêm bûye yan na?
* Mîna mirov bi grîbeke giran dikeve, bêvila xwe dikişîne?
* Çavê xwe sor bûye?
* Reşika çav mezin an jî biçûk bûye?
* Gelekî li tiwaletê dimîne?
* Di dema dawî de gava tê malê, mîna serxweşan e?
* Di dema dawî de timî derewan dike?
* Li malê, car carna pere winda dibe?
* Hêrs dibe? Ya jî bêyî tiştekî bike, yekser bê hal dibe û diçe radizê?
Psîkolog anî ziman, ku di rewşeke bi vî rengî de divê serî li wan bidin û got, "Em ê alîkariya pêwîst bidin wan. Pêwîste malbat zanibin, ku ev dikare were tedawîkirin. Divê şexs bi xwe jî zanibe ku dermanê vê heye. Bila zanibin, ku teqez divê alîkariyê ji pisporekê/î bigire. Dema serî li me da em ê xizmeta şêwirmendiyê bidin wan. Em dikarin zarok û ciwanên madeyê bi kar tînin tedawî bikin. Em dikarin malbatê û zarokan jî di vê mijarê de perwerde bikin."
ZAROKEKÎ 9 SALÎ ÇAWA DEST PÊ DIKE?
Psîkolog da zanîn, ku emrê bikaranîna narkotîkê daketiye 9 salî û malbat zarokên 9-11 salî ji bo tedawiyê tînin ÇEMATEM'ê. Psîkolog diyar kir ku ev rewş tenê bi sedemekê nikare were vegotin û wiha dewam kir: "Ji bo zarokekî 9 salî dest pê bike, divê li derdorê hêsan û erzan be; piştre heb an jî balî, tîner û madeyên hişbir ên jê re şekir dibêjin; dûre esrar, eroîn, bonzaî û tiştên metamfetamîn ên jê re cam dibêjin bi kar tînin. Dema serî li me didin em dixin kontrola polîklînîk û dest bi tedawiyê dikin. Em wan perwerde dikin. Piştî ku ji nexweşxaneyê derketin, heta bibin 18 salî em hefteyê carekê, 15 rojan carekê, mehê carekê wan kontrol dikin. ÇEMATEM li cihekî nava çar dîwaran û deriyên ji hesin e. Mîna dibistan, mal, pansiyonê ye. Em timî di nava aktîvîteyan de ne. Tedawiyeke bi girêdanê nîne."