Li Îranê di nava hefeteyekî de ji ber lehiyê 19 kes mirine

Hefeteyek e ku herî kêm li 13 eyaletên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ber barîna zêde ya baranê lehî tê.

Berdevkê Rêxistina Tibî ya Lezgîn a Îranê Mucteba Xalêdî dazanîn ku di hefteya bihorî de ji ber barîna zêde ya baranê li 13 eyaletên Îran û Rojhilatê Kurdistanê lehî rabûye û 19 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Xalêdî diyar kir ku pêdiviya 9 eyaletan bi alîkarî û xizmetguzariyên lezgîn û seretayî heye, li wan 9 eyaletan hejmara kesên mirine, wenda û birîndar bûne heta niha bi giştî 45 kes e.

Xalêdî di dawiya axaftina xwe de hejmara kesên li eyaletên Bûşêhr, Hormozgan, Sîstan û Belûçêstan, Fars û Xûzêstan eşkere kir û tekez kir ku tenê li eyaleta Fars herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Hêjayê gotinê ye ku rabûna lehiyê bûye sedema qutbûna rêyan, elektrîk û di bi avê de mana gundan. Her wiha bûye sedemê mirina çendîn koçeran.

Serokê Navenda Agahî û Kontrola Trafîkê ya Polîsê Rahver a Hêzên Ewlekariyê ya Îranê Nadir Rehmanî jî diyarkir ku vê gavê li eyaleta Kirmanê berf û li gelek cihên din ên Îranê baran dibare.

Rêveberê Giştî ya Maseya Krîzê a Valîtiya eyaleta Xorasan a Başûr Ebulhesen Mîrcelîlî jî bal kêşande ser 9 wesayîtên ku di nava lehiyê de mane û got: “Ji şeva din heta niha 141 kes ber lehiyê ketine.”

Mîrcelîlî her wiha dazanîn ku ji ber lehiyê elektrîka 4 gundên Bakurê eyaletê jî qut bûye.

Serokê Kar û Barê Koçertiyê ya eyaleta Fars ew agahî parvekirin ku li eyaletê 3 koçeran piştî ku ji çêrandina pezên xwe hatine ber lehiyê ketine û jiyana xwe ji dest dane.